DÎLOK - Meleyê ku rastî êrişa bi kêrê hat bi giranî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahînbegê ya Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê melayê ku rastî êrşa bi kêrê hat bi giranî birîndar bû

Meleyê bi navê Mustafa Bulutê (42) ku li Mizgefta Kabasakal a Taxa Kocaoglanê meletiyê dikir, li ber mizgeftê bi kesekî re niqaş kir.

Bulut ji aliyê kesê ku pê re nîqaş dikir ve hat kêrkirin.

Li ser agahiya kesên derdorê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û Bulut rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadir Yuksel a Şahînbegê.

Herwiha hat ragihandin ku jiyana Bulut di xeterê de ye.

Parêzgariya Dîlokê li ser bûyerê daxuyaniyek da û tê de ragihand dema kesê bi navê Y.S. kesekî din nîqaş dikirin meleyê mizgeftê Mustafa Bulut ketiya navbera wan.

Piştre A.S.yê kurê Y.S. hatiye cihê bûyerê û meleyê mizgeftê bi kêrê birîndar kiriye.

Herwiha parêzgariyê da zanîn ku Y.S ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û xebatên girtina A.S. jî berdewam in.