Li Sêwazê trafo teqiya: Karkerek mir û 3 jî birîndar bûn

29-10-2022
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Bilêkan Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bilekan a ser bi parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê ve di santrala elektrîkê de trafoyek teqiya û di encam de karkerekî canê xwe ji dest da û 3 karker jî birîndar bûn.

Roja 28ê Cotmeha 2022ê li Santrala Elekrtîkê ya Kiliçkaya ser bi navçeya Bilêkanê dema karkeran li ser trafoyê kar dikirin teqîn çêbû û di encam de karkerekî 30 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 3 ji wan jî birîndar bûn.

Karkerên birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û li gor zanyariyan yek ji wan bi giranî birîndar bûye.

Parêzgarê Sêwazê piştî teqînê çû cihê bûyerê û derbarê encamên bûyerê de daxuyaniyek da. Li gor daxuyaniya Parêzgarê Sêwazê agirê ku derketiye hatiye vemirandin û ji bo teqîneke din çênebe tedbîrên pêwîst hatine wergirtin. Herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst