Ji Serokê Herêma Kurdistanê bo Koreya Başûr peyama sersaxiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber bûyera îzdîhama di dema pîrozbahiyên Halloweenê ya li paytexta Koreya Başûr bajerê Seulê de ku di bûyerê de herî kêm 146 kesan canê xwe ji dest dan, hevxemiya xwe gihand hikûmet û gelê Koreya Başûrê û ji gelê wî welatî re sersaxî xwest.

Di qerebalixa ku di dema çalakiyên Halloweenê ango pirebok ên li paytexta Koreya Başûr bajarê Seulayê hatin lidarxistin de herî kêm 146 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 150 kesan jî birîndar bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ji ber wê bûyerê sersaxî ji gel û hikûmeta Koreya Başûr re xwestiye.

Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe bo malbat û kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê nîşan daye û hêvî kiriye birîndarên bûyerê di demeke nêzîk de baş bibin.

Barzanî dibêje: “Ez li ser navê gelê Herêma Kurdistanê ji ber ku li ahengên Halloween ên Seulê bi dehan kesan bi awayekî bi trajedîk canê xwe ji dest dan ji gel û hikûmeta Koreya Başûr re sersaxiyê dixwazim."

Hat gotin ku nêzî 100,000 kesan beşdarî pîrozbahiyên Halloween li kolanên Itaewon bûne.