HDP: Gefa kuştinê li parlamenterê me Hasan Ozguneş xwarin

29-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku di dema daxuyaniya rojnamevanî ya bi boneya salvegera tayînkirina qeyûmê Şaredariya Cizîrê de, polîsan serê guleyekê avête parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş.

Şaxê HDPê yê Şirnexê îro 29ê Cotmeha 2022yan bi boneya salvegera tayinkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Cizîrê, bi beşdariya parlamenterên HDPê Hasan Ozguneş û Nuran Îmîr bi civîneke rojnamavanî tayinkirina qeyûman şermezar kir.

HDPê ragihand ku di dema daxuyaniyê de geşedaneke gelekî xeternak a rasterast "gefa kuştinê" pêk hatiye.

HDP dibêje: “Di daxuyaniya çapemeniyê ya di bin dorpêça polîsan de serê guleeyekê avêtin parlamenterê me Hasan Ozgûneş. Di dîmenên de  bi zelalî tê dîtin ku gule ji aliyê kê ve û çawa hatiye avêtin. Raya giştî baş dizane ku gefa hikûmeta AKPê û pêkhateyên çekdar ên di bin kontrola wê de tê çi wateyê ku bi awayekî sîstematîk destûr û qanûnan binpê dike, bi taybetî li dijî partiya me û gel.”

Di dîmenên ji aliyê HDPê ve hatine belavkirin dema hevşaredar berê yê Cizîrê Mehmet Zirig ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn diaxive cismek tê  Hasan ozguneş dikeve.

Ozguneş diyar dike ku ew tişta lê ketiye perçeyeke fîşekê ye û ji polîsan re dibêje: “Ger ferîştayên we bên, hûn nikarin me bitirsînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst