Kompaniya HTŞ a petrolê karê xwe li bakurê rojavayê Sûriyê rawestand

29-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kompaniya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a petrolê karê xwe li bakurê rojavayê Sûriyê rawestand.

Kompanyayeke Heyet Tehrîr El Şam a petrolê bi navê “Weted heye e, û di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber Feyleqa 3yem rê nade wê ew kar bike, wê jî karê xwe rawestandiye.

Kompaniya Weted ya petrolê ji aliyê Heyet Tehrîr Elşam ve sala 2017 li Idlibê hat damizrandin, ew kompanî  bi karê bazirganî û veghuestina petrolê li Idlibê, gundewarê Helebê radibû.

Ji bilî vê kompaniyê, kompaniya Imdad jî sala 2020an li bakurê Sûriyê hat avakirin, ku ji aliyê artêşa Azad ya Sûriyê ve tê birêvebirin bi karê veguhestina petrolê radibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst