Selman Barûdo: Projeyeke baştirkirina kalîteya nan tê amadekirin

29-10-2022
RÛDAW
Selman Barûdo dibêje projeyeke baştirkirina kwalîteya nan tê amadekirin
Selman Barûdo dibêje projeyeke baştirkirina kwalîteya nan tê amadekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê Selman Barûdo ragihand ku ew ji bo başbûna kalîteya nan li ser projeyekê dixebitin.

Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê Selman Barûdo di daxuyaniyekê de ku li ser Rêveberiya Xweser hate belavkirin, ragihand ku ji bo baştirkirina kalîteya nan ew li ser projeyekê kar dikin.

Selman Barûdo bal kişand li ser giliyên xelkê û diyar ku gile di cih de ne û ew ji hemû aliyan ve lêkolîn dikin û wiha pê de çû: “Me got ku divê ev pirsgirêk dê were çareserkirin. Rêveberiya Xweser piştgiriyeke mezin ji bo hilberandina nan dide, lê hîna pirsgirêk hene.”

Barûdo bi bîr xist ku wan îsal genim ji cotkaran bi 2 hezar û 200 lîreyê Sûriyê kirî û got: “Her toneke genim,tevî lêçûnan digihêje 2 milyon û 204 hezar û 740 lîreyî. Di heman demê de firin her tûrek nan bi 300 lîreyê Sûriyê difiroşin welatiyan. Lêçûna vê dikeve xezîneya giştî ku 180 hezar û 875 lîre ye, anku ji sedî 9 ji lêçûna li xezîneyê vedigere. Li gorî lêkolînekê, lêçûna her tûreke nan li ser Rêveberiya Xweser 2 hezar û 108 lîre ye, her kîloyek jî bi hezar û 687 lîreyên Sûriyê ye. Anku Rêveberiya Xweser li hember dabînkirina nan ji welatiyan re bi buhayekî guncaw gelekî zirar dike. Lê ruxmî wê em negihîştin armanca xwe ya ji bo nan."

Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê herwiha dibêje, ew dizanin ku hinek zêdegavî hene û ji ber ku nan erzan e, xelk dikire û weke alif dide ajelan û tenê bazirgan sûdê jê dibînin û got: “Li kêleka vê jî pirsgirêkek di mekanîzmaya belavkirina nan de heye. Em niha danîna plan, bername û projeyan lêkolîn dikin. Dê ji wan biryar û giştîname ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên têkildarî nan derkevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst