Efrîn: Tehrîr el-Şam bi navê zekatê xeracê ji xelkê distîne

29-10-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Desteya Tehrîr el-Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Binpêkirin û destdanîna ser mal û milkên xelkê li Idlib û Efrîn Rojavayê Kurdistanê bi hincetên cuda berdewam in, vê carê jî Desteya Tehrîr El-Şam a ku ev demeke Efrîn û navçeyên wê dagir kiriye bi navê zekatê xeracê ji welatiyan werdigire.

Li gor zanyariyan Rûdawê, çekdarên girêdayî Desteya Tehrîr El-Şam ji welatiyan di bin navê zekatê de dest bi standina xeracê ji xelkê Efrînê û Idlibê jî kirine.

Cotkar û xwediyên kargehên zeyta zeytûnan gazinan dikin û dibêjin, bi navê zekatê bacên heremekî bi ser wan de disepînin. Wan çekdaran ji xwediyên kargehên zeytûnan re gotine ku istixbarata Tirkiyê wiha dixwaze.

Desteya Tehrîr El-Şam bi rêya oldarên xwe li seranserî mizgeftên parêzgeha Idlibê di xutbeya Înê de bang li welatiyan kirin ku zekata xwe zû û temam bidin.

Roja 13ê meha Cotmehê, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam bi alîkariya grûpên Hemzat û Emşat, derbasî nav bajarê Efrînê bûn û çekdarên Feyleqa Sêyem a berê li Efrînê bûn jî çûne navçeya Ezazê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst