Koçberê Kurd, Geyan Dilêr Îsmaîl ê 25 salî ku li ser sînorê Belarus-Polonya jiyana xwe ji dest daye.
Hewlêr (Rûdaw) – Koçberekî Kurd ku ew 14 roj bûn ji Kurdistanê derketibû, şeva bihorî li ser sînorê navbera Polonya û Belarusê jiyana xwe ji dest daye, kesûkarên wî koçberî daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku ji bo vegerandina termê wî, alîkariya malbata wan bikin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, navê wî koçberê Kurd ku jiyana xwe ji dest daye, Geyal Dilêr Îsmaîl û 25 salî ye û nîşteciyê taxa Fermanberan a bajarê Hewlêrê bûye.
Dilêr Îsmaîl, bavê Geylan ji Rûdawê re ragihand, “Kurê min roja 14ê vê mehê li gel du bira û xwîşkekî xwe û zavayekî me bi fermî ber bi Belarusê ve geşt kirin, lê Geylan şeva bihorî li ser sînorê navbera Polonya û Belarusê jiyana xwe ji dest daye û heta niha jî termê wî li ser sînor maye.”
Derbarê sedema canjidestdana kurê xwe, Dilê Îsmaîl ji Rûdawê re got, “Kurê min nexweşiya Şekir pêre hebû, dermanê xwe yê du mehan bi xwe re biribû, lê dermanên wî di canteyê zavayê me de bû, ew jî jê veqetiyabû, lewra bi sedema nemana dermanên xwe, jiyana xwe ji dest daye.”
Bavê Geylanê 25 salî diyar kir, “şeva bihorî tendirustiya Geyaln xirab bû, birayên wî xwestine wî ji sînorê Belarusê derbas bikin û li nexweşxaneyeke Polonya wî çareser bikin, lê piştî derbaskirina sînor, ji aliyê polîsên Polonya ve hatine desteserkirin û bo nav axa Belarusê hatine vegerandin.”
Dilêr Îsmaîl dibêje, zarokên wî ku 14ê Cotmehê ji Kurdistanê derketine û berê xwe dane Ewropayê, heta niha bêtirî 30 hezar dolar xerc kirine û hêj her li Belarusê ne. Daxwaz ji aliyên peywendîdar jî dike, ku alîkariya wan bikin daku termê ciwanê xwe vegerînin Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse