ÎDIA – ‘Rûsyayê balafirên şer ên Su-35 li Balafirxaneya Qamişlo bicih kirin’

30-10-2021
RÛDAW
Nîşan Su-35 Balafirxaneya Qamişlo War Zone Rûsya Rojavayê Kurdistanê Amerîka Rêveberiya Xweser Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyan Rûsyayê bo cara yekemîn 4 balafirên şer ên Su-35 li Balafirxaneya Qamişlo bicih kirin ku ev jî piştî wê yekê tê, gef û êrişên Tirkiyê li ser herêmên Kurdî zêde bûne.

Li gor raporteke kovara War Zone, Rûsyayê 4 balafirên şer ên ji corê Sukhoi-35 li Balafirxaneya Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bicih kirin. Li gor raportê, ev pêngava Rûsyayê piştî zêdebûna êrişên Tirkiyê li ser herêmên Kurdî tê û herwiha ev yekem car e ku Rûsya alavên leşkerî yên giran li nêzikî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyê, bicih dike.

Li gor raporta wê weşana serbazî, bicihkirina balafir û çek û alavên serbazî yên giran li Balafirxaneya Qamişlo nîşanên wê yek ê ne ku Rûsya hebûna xwe ya serbazî li Rojavayê Kurdistanê berfireh dike.

Li gor dîmenên ku wê kovarê belav kirine, serbazên Rûsî li gel çar helîkopteran li Balafirxaneya Qamişlo tên dîtin.

Herwiha çavkaniyan ji televîzyona El-Mayadîn re ragihandin ku hêzên nû yên Rûsî roja Pêncşemê li herêmê bicih bûne, “gelek firînên keşfê kirine û dê li herêmê xwedî hebûneke bêsînor bin.”

Li aliyê din, Pisporê Rojhilata Navîn Nicholas Horas li ser Twitterê nivîsand, “Her çiqas zêde behsa wê neyê kirin jî Balafirxaneya Qamişlo yek ji girîngtirîn navendên leşkerî ye li Sûriyê” û xwedî girîngiyeke jeostratejîk e û Rûsya vê ji bo serkutkirina hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Sûriyê bikar tîne.

Bicihkirina balafirên şer li Balafirxaneya Qamişlo ji aliyê Rûsyayê ve, bi zêdebûna gefên Tirkiyê li dijî Kurdên Rojava tê girêdan, lê kovara War Zone behsa çend egerên din jî dike û dibêje, “Ev dibe refaqeta li gel berpirsên pilebilind ên Rûsî be ku li Sûriyê belav e. Dibe nîşana rewşeke bilez be û dibe nîşana hewldana Rûsyayê be bo bicihbûna bi awayekî mayînde li balafirxaneyê.”

Ew kovar bibîr dixe ku Amerîkayê li herêmên di bin destê Rêveberiya Xweser de 900 serbaz û alavên leşkerî hene û diyar kiriye ku Amerîka hinek binkeyên xwe ji bo bikaranîna balafiran amade kirine û pêngava Rûsyayê ya bicihkirina firokeyên şer li balafirxaneya Qamişlo jî,  wek gurbûna rikaberiya di navbera herdu aliyan de xwend.

Zaman el-Wasl li ser zimanê hinek çavkaniyan ragihandiye ku Rûsyayê ew balafirên Su-35 ji binkeya serbazî ya Hmeimim a li rojavayê Sûriyê bo Balafirxaneya Qamişlo veguhestin û ev jî cara yekem e ku Rûsya alavên leşkerî yên giran li herêmên Kurdî bicih dike. Ew kovar vê pêşhatê bi zêdebûna egera êrişeke nû ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê girêdide.

Kovara War Zone amaje bi rêkeftina 2019an a piştî êrişa Tirkiyê dike ku hêzên Rûsî derbasî deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bûbûn û dibêje, “Rûsya ji wê demê ve li xeta bakurê Sûriyê, li gel hêzên Tirk dewriyeyan pêk tîne û bi rikaberiya li gel Amerîkayê hebûna xwe ya leşkerî bicih dike.”

Li aliyê din çend medyayên nêzikî hikûmeta Tirkiyê jî dîmen û wêneyên bicihkirina balafirên Su-35 ji aliyê Rûsyayê ve li Balafirxaneya Qamişlo belav kirin û ev wek “pêngaveke li dijî Tirkiyê” binav kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst