Berdevkê YNKê: Mela Bextiyar hatiye jehrîkirin

29-10-2021
RÛDAW
Nîşan Mela Bextiyar YNK Bafil Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihand ku Mela Bextiyar hatiye jehrîkirin û rewşa tendirustiya wî ne baş e.

Medya fermi ya YNKê daxuyaniyên berdevkê partiyê belav kirin ku amaje bi wê nehatiye kirin kengî û li ku derê axiviye! Di wê daxuyaniyê de Emîn Babe Şêx li ser mijara jehrîkirina Mela Bextiyar dibêje, “Baştir e ku em çaverêyî encama pişkinînên tendirustî û lêkolînên yasayî bin.”

Berdevkê YNKê li ser pêşbîniya rûbirûbûneke çekdarî di navbera serkirdeyên YNKê de jî got, “Ew hemû ji rastiyê dûr in, em li bajarekî dijîn ku yasa tê de parastî ne û em rêz li yasa û asayişê digirin.”

Naverasta vê hefteyê Dezgeha Çavdêriyê ya nêzikî Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar, ragihandibû, li gor wan zanyariyên ji Berlîna Almanyayê bi wan hatine dayîn, Mela Bextiyar hatiye jehrîkirin.

Berdevkê YNKê li ser rewşa tendirustiya Mela Bextiyar jî got, “Tendirustiya Mela Bextiyar baş nîne û em hemû çaverêyî pişkinîn û yasa ne ka hewla jinavbirinê bi jehrîkirinê bûye yan na, ji ber ku hinek amajeyên din hene ji bo jehrîkirina çend kesek li asayişa Silêmanî.”

Mijara jehrîkirina berpirsên YNKê piştî bûyerên 8ê Tîrmehê, bûye rojev, taybet jî piştî ku Hevserokê YNKê Bafil Talebanî got, belgeyên wî hene ku hevserokê din ê partiyê Lahûr Şêx Cengî ew jehrî kiriye û gotibû, ew dê belgeyan jî eşkere bike.

Pisporê kîmyayî Dr. Serdar Nûrî duh ji Rûdawê re ragihandibû, ji wê madeya ku Mela Bextiyar pê hatiye jehrîkirin tê gotin, cîwe û çend karîgeriyên neyînî li ser mirov dihêle. Serdar Nûrî gotibû, “Karîgerî li ser hemû sîstema laş heye, xewê direvîne, pîst diguhere û nefeswergirtinê tund dike, lê ev dikeve ser wê rêjeya hatiye wergirtin.”

Çavkaniyekî nêzikî Hesen Nûrî ku wek Westa Hesen tê naskirin û rêveberê berê yê asayişa Silêmanî bû û niha Endamê Serkirdayetiya YNKê ye, ji Rûdawê re ragihandibû, çend nîşanek li tendirustiya Hesen Nûrî derketine û ji bo pişkinînê serdana Almanyayê kiriye û diyar bûye ku hatiye jehrîkirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Mela Bextiyar roja 20ê vê mehê Herêma Kurdistanê bicî hiştiye û niha li nexweşxaneyeke Almanyayê çareseriyê werdigire, lê Hesen Nûrî vegeriyaye Herêma Kurdistanê û rewşa tendirustiya wî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst