Jiyana aloz a Rastgeldî, lêkolerê Kurd ê binpêkariyên navdewletî yên mafên mirovan

29-10-2020
Fazil Hewramî
Nîşan Selaheddîn Rastgeldî Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komek zilam neçar kiribûn bi tazî bikevin rê, paşê ew xistibûne ser şîşekê daku biçe nav qûna wan. Bêxwarinî û bêxewkirina bi qestî ew tûşî gelek xeyalan kiribûn. Li derveyî dîwarên wê çala reş, zilamên Brîtanî bi şortan û jin jî bi bîkînî li beravên Edenê li gel zarokên xwe dilîztin, bêyî ku haya wan ji wan karên xirab hebe ku hemwelatiyên wan dianîne serê wan mêran. Sivikatî digihîştin asta herî bilind, dema îşkencegeran kesên zindanî neçar dikirin ku di hucreyên xwe de bimîzin an haceta xwe bikin.

Pizîşkekî Kurd ê temen 39 sal rijb bû li ser wê yekê ku lêkolînê li ser rewşa wê girtîgehê bike ku Brîtaniyan ew birêve dibir, lewma jî di 18ê Temûza 1966an de bi firokeyekê xwe gihande Edenê.

Selaheddîn Rastgeldî, bi xwe li welatekî ji dayik bibû ku têde binpêkirina mafan tiştekî veşartî nebû. Ew sala 1927an di malbateke zengîn de li parêzgeha Ruha ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bibû, li fakulteyeke bi nav û deng a Amerîkî de li Stenbolê dixwand, ew jî berî ku berê xwe bide Swêdê û li wê derê mijûlî pizîşkiyê bibe.

Ew pizîşkê Kurd berî vekirina nivîsîngeha xwe ya pizîşkî li taxa dewlemendnişîn a Ostermalm a li Stockholmê, di gelek nexweşxaneyên Swêdê de kar kiribû.

Weke yek ji yekemîn wan kesên ku li Swêdê bicih dibûn, Selaheddîn wiha danîbû ku zengila agahdarkirinê têkildarî binpêkariyên mafên mirovan li her çar parçeyên Kurdistanê lê bide. Eleqeya wî bo mafên mirov bi taybet jî xema wî bo hevzimanên xwe yên Kurd, wiha kir ku peywendiyê li gel hin kesayetên bi bandor ên Swêdê çê bike, ku pir di xema Doza Kurd de bûn.

Di destpêka salên 1960 de, Selaheddîn bû endamê komîteya cîbicîkar a liqa Swêdê ya Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International), ku wê demê weke rêxistineke çavdêriya mafên mirovan ji aliyê Peter Benenson ve hatibû damezrandin. Li gel jidayikbûn û peydabûna rêxistinên weke Amnesty, deriyek li ser dehşeta îşkenceya di nav girtîgeha siyasî de hat vekirin. Ew pizîşkê Kurd weke çavdêrê Amnesty gihîşte Edenê, daku lidûvçûnê bo wan raportan bike ku têde behsa bikaranîna teknîkên nemirovî yên lêkolînê ji aliyê Brîtaniyan ve li ser girtiyên siyasî yên Yemenê dihat kirin, ku temenê hinek ji wan ne zêdeyî 16 salan bû.

Xebata Selaheddîn a di ber kesên çewisandî de, şahidiya sirûşta aloz a siyasetê li ser bingeha nasnameyê li Tirkiyê bû. Heta niha jî Kurd li Tirkiyê ji dengekî siyasî yê bi bandor bêpar in û desthilatdarên Enqerê hemû amrazên li ber dest bikar tînin, ji bo bêdengkirina tevgera Kurdî, di nav de jî zindanîkirina çalakvanên siyasî yên Kurd. Ji 65 serokşaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku di 2019an de hatibûne hilbijartin, 59 kes ji wan ji kar hatine dûrxistin yan jî hatine desteserkirin.

Tevî wan fişarên ji bo helandina Kurdan di peykera civaka Tirkiyê de hebûn, Selaheddîn hemû derfetên jiyana xwe li Ewropayê bikar dianî, ji bo ku Kurdbûna xwe ragihîne – her çend gelek kesên ji malbata wî bi xwe nerazî bûn.

Di nîveka sedsala bîstan de, Eden piştî New Yorkê bendera herî bi trafîk li cîhanê bû. Bendera stratejîk a Edenê rêya bazirganiya Brîtanyayê bo Hindistanê û rojhilatê Asyayê bû û weke jêderekî berjewendiya bazirganiya Brîtanya li Rojhilata Navîn dihat hesibandin, ku tim giringiya wê zêdetir dibû. Binkeya serbaziya mezin a Brîtanyayê li bajêr, rola navenda fermandeyiya Brîtanyayê li Rojhilata Navîn dilîst, di demekê de ku împerastoriya Brîtanya lawaz dibû, bizavên dawîanîna bi koloniyalîzmê li ser asteke cîhanî berfireh bibûn, di wê demê de Yemeniyan jî daxwaza derketina Brîtanyayê dikirin, di dawiya salên 60î yên sedsala bihorî de, Yemeniyan dest bi serhildanekê kir ji bo derxistina desthilata koloniyalî.

Brîtanî li koloniyên din jî tûşî serhildanên hevşêwe bibûn, lewma bê du dilî dest birin bo wê hêza dirinde ku ji bo bêdengkirina dijberên xwe, pêwîstiya wan pê hebû, hevdem jî hewl didan ku xwe ji çavdêrî û lêpirsîna ji xelkê biparêzin.

Desthilata koloniyalî zordariya xwe zêde kiribû, ew jî piştî ku narincokek bo nav Firokexaneya Edenê hatibû avêtin, dema ku di roja 10ê Îlona 1963an de, Sir Kennedy Trevaskis, Komîserê Bilind ê Brîtanyayê çaverê bû ku suwarî firokeyê bibe.

 Brîtaniyan yasaya rewşa awarte pesend kiribûn û bi hinceta hevdestiya li gel serhildanên nasyonalîstî xelk desteser dikirin. Desthilata Brîtanyayê ne belgeyeke wisa di dest de hebû ku pê wan tometan piştrast bike, ne jî gelek amraz hebûn ku pê serhildanê bêdeng bike, lewma dest bi îşkencekirina girtiyan kir, daku zanyariyên istixbaratî bi dest bixe.

Her zû raportên têkildarî îşkenceya girtiyan li girtîgehan derketin derve û gihîştin guhê grûpên mafên mirovan ên welatên erebî. Di 1965an de, ew raport ofîsên Lêborîna Navdewletî û Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî dagirtin.

Nêzîk bîs salan piştî girtina xwe, Ebdulrezaq Şeîf, rêkxerekî xwepêşandanan bi vî awayî behsa bûyeran kir: “Ez li binkeyeke lêpirsîna Brîtaniyan desteserkirî bûm…heşt mehan domand. Elektrîk li min dan û tiştên hovane li gel min kirin. Gelek ji wan kesên ji me ku em hatin îşkencekirin, heta hetayê em nehatine ser halê xwe, yek ji wan ez bi xwe.”

Dema Selaheddîn gihîşt Edenê, Sir Richard Turnbull dema salekê bû ku wek Komîserê Bilind ê Brîtanyayê yê nû dest bi kar kiribû. Turnbull demeke zêde bû ku weke komîserê bilind ê desthilata koloniyalî ya Brîtanyayê kar dikir û ji Kenyayê ve hatibû Yemenê, li wê derê jî wek Wezîrê Asayiş û Bergiriya Navxwe serkirdatiya operasyoneke tepeserkirinê ya hovane li dijî yaxiyên Mau Mau yên Kenyayê kiribû. Selaheddîn rûbirûyê Turnbull bû û di demekê de ku rijd bû li ser wê yekê ku divê ew Yemeniyên di girtîgeha Brîtanî de bibîne, lê berpirsê Brîtanî ji wê yekê serhişiktir bû, ku rê bide wî pizîşkê Kurd, destê wî bigihe wî cihî û perdeyê li ser îşkenceyan bide alî.

 

Di demekê de ku Selaheddîn li pişt deriyên girtîgehê li dû belgeyên îşkenceyê digeriya, dilreqiya serbazên Brîtanî weke roja ronak li ser cadeyan diyar bû, dema teqe li xelkê bêguneh dikirin.

Di belgefîlmekê de ku piştî derbasbûna çend salan di ser wan bûyeran re hatiye çêkirin, Brian Roy yek ji wan serbazên ku ji bo çavdêriya rewşê li Edenê bû, dibêje: “Em ew qas agahdar bûn û ew qas di xema encama bi dilê xwe de bûn, ku hema hema me her kes wiha didît ku dibe terorîst be. Ew bûkikên reş bûn, belê em xwedî programeke emnî ya navxwe bûn, ku bi rastî bûkikên reş dikirin nêçîr.” Bûkikên reş hevokeke nejadperestî ye ku ji bo çermreşan bikar tê.

Roy derbarê reftara zindanvanan de jî dibêje: “Kesên wisa li gel me bûn ku hin caran kontrola wan li ser xwe nedima, dîsîplîn ji dest didan û ji tirsê canê xwe dest ji tiştekî nediparastin. Ew her ew kes bûn ku dixwestin bi teqekirina li xelkê bêguneh şanaziyê bi dest bixin. Ew yek çê bû, ew yek ji wan tiştan e ku qewimî ye.”

Selaheddîn du roj piştî gihîşt Edenê, li gel Komîseriya Bilind a Brîtanyayê civiya û navê 164 girtiyên siyasî jî bi xwe re biribû. Turnbull red kir, kesên desteserkirî girtiyên siyasî bin, lê ew weke terorîst yan çavsaxê terorîstan û dabînkerên çek û htd, polînd dikirin, yan jî ew kes weke terorîstên perwerdekirî û amadekirî bi nav dikirin, lê belê Selaheddîn ji wan nebû ku teslîm bibe.

Piştî 50 salan, Rêxistina Lêborîna Navdewletî raporta xwe ya roja 1ê Kanûna 1966an a Selaheddîn bi awayê online belav kir, ku di beşekê de hatiye, min daxwaz kir eger bibe ez serdana vê girtîgehê bikim ku kesên bi zelalî û aşkere tawankar û terorîst in, têde ne. Komîseriya Bilind rê neda min serdana ti girtîgehekê bikim. Wan bi temamî dawaza Amnesty red kir.

 

Helwêsta neguher a Turnbull, ew pizîşkê Kurd dilsar nekir, belku li cihê wê li gel hejmarek kesên ku pêştir hatibûn girtin û malbatên ewên ku hêj li girtîgehan desteserkirî bûn, axivî û her li wê derê raporteke tund ji bo Amnesty amade kir. Şaxa Swêdê ya Amnesty, ew raporta wî belav kir, paşê Selaheddîn çû BBC û baseke dilêş derbarê karên Brîtaniyan li Edenê pêşkêş kir. Ofîsa serekî ya Amnesty li Londonê  û belavkirina raporta wî paşxist.

Raporta Rastgeldî û pereyê Brîtanî bo Amnesty

Hejmarek berpirsên Brîtanî bêyî aşkerekirina navê xwe, di çapemeniyên hevsoz li gel hikûmeta Brîtanya de, gotegotek wiha belav kiribûn ku Serokê Şaxeya Swêdê ya Amnesty alîgirê komonîzmê ye. Berpirsên hikûmeta Brîtanya, Selaheddîn weke piyonê Cemal Ebdulnasir, serokê wê demê yê Misirê wesif kiribûn. Ebdulnasir serêşiyekî mezin bû ji bo deshilata koloniyalî û hevsozê tevgera rizgarîxwaz a Kurd bû. Bingeha wan gotinên berpirsên hikûmeta Brîtanya derbarê Selaheddîn de, têkiliyên nêzîk ên Ebdulnasir û çekdarên Yemenê û serdana Mele Mistefa Barzanî, damezrêner û serokê karîzmatîk ê Partiya Demokratîk a Kurdistanê bo Qahîreyê di sala 1958an de bû. Wê demê Barzanî piştî 11 salan ji dûrbûna ji welat, nû ji Yekîtiya Sovyetê vegeriyabû Iraqê.

Lê belê baregeha Londonê ya Amnesty, hejmarek peywendiyên xwe yên taybetî hebûn, ku hewl dida wan veşêre, wate peywendî li gel wê hikûmeta ku raporta Selaheddîn Rastgeldî focus xistibû ser.

Ian Cobain, reporterê vekoler di pirtûka ‘Brîtanyaya Dilreq; Dîroka Nihênî ya Îşkenceyê’ de ku di sala 2012 de hatiye çapkirin, dibêje: “Salek piştî lêkolîna Edenê, bi şermezariyeke mezin ve derket holê ku hikûmeta Brîtanya bi nihênî pere dide rêxistinê (Amnesty). Ew piştevaniya nihênî û dest û dil vekirîbûn jî ku di nameyên navxweyî yên Amnesty de weke ‘Harry’ nav lê hatiye kirin, heman hikûmeta Harold Wilson e.”

Di sala 1967an de, hikûmeta Brîtanya mikur hat ku li binkeyên desteserkirinê yên li Edenê, kesên desteserkirî hatine îşkencekirin. Heman salê Brîtanyayê bi carekê dest ji koloniya Yemenê berda.

Kêys li Dadgeha Ewropayê serkeftî nebû

Di wê pirsgirêkê de, damezrênerê Amnesty nekarî rêberiyeke bihêz li xwe nîşan bide, nêzîkbûna wî li hikûmetê jî li ser nav û dengê Amnesty giran ket. Di dawiyê de Benenson ji alîkarên berê yên rêxistinê vegeriya û li ser lekedarkirina nav û dengê Selaheddîn, li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dozek li dijî hikûmeta Brîtanyayê tomar kir, lê kêys serkeftî nebû. Weke ku Dadgeha Ewropayê ji Rûdawê re got, ew kêys di 2ê Mijdara 1967an de ji lîsta kêysan hat derxistin, çimku tomarkerê doze, doza xwe ji komîsyonê vekişand. Rûdawê têkilî bi Amnesty kir daku bizane çima wan doza xwe vekişandiye, lê ti bersivek bi dest nexist.

Rijdbûna Selaheddîn li ser aşkerekirina îşkenceya li Yemenên, şahidê xwasteka wî bû ji bo bilindkirina dengê xwe li dijî binpêkariyên mafên mirovan, ew jî dane ber çav a paşxana (serbihoriya) jiyana wî tiştekî ecêb nebû. Bi her awayî be, ew kurdekî xelkê Tirkiyê bû ku şanazî bi Kurdbûna xwe dikir, li Tirkiyê jî hikûmetên nasyonalîst ên tundajo yên li pey hev dest bi siyaseta helandina temam kiribûn ku armanca sereke ji wê siyasetê, helandina niştecihên Kurd ên wî welatî bû, ku hem hejmara wan gelek bû, hem jî nedişikestin. Tundûtîjiyên dewletê bibûne beşek ji jiyana rojane ya Tirkiyê, para herî zêde ya wan tundûtîjiyan jî li ber kurdan ketibû.

 Dengê hêzên Kurdî

Di Gulana 1965an de, Cemal Elemdar xwandekarekî temen 25 salî yê beşa endazyariya şaristanî bû û li kampeke penaberan li Soderkoping dijiya, ku 180 kîlometran ji başûrê Stockholmê dûr bû. Di rojeke heman mehê de, Cemal hat agahdarkirin ku zilamek di beşa pêşwaziya kampê de li benda wî ye. Selaheddîn bi otomobîleke Porsche ya spî hatibû wê derê daku li gel xwe bibe Stockholmê.

Cemal xelkê Hewlêrê û endamê Partiya Demokrata Kurdistanê bû, di 1958an de bo dema heft salan li Tirkiyê jiyabû. Di 1960an de Adnan Menderes, serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê piştî kodetayê hat bidarvekirin û Tirkiye kete jêr desthilata generalan. Cemal ji bo rûbirûbûna desthilata tund a serbazî, bi alîkariya hinek ji xwandekarên Kurd ên Tirkiyê, komeleyeke xwandekarên Kurd damezrand. Demek zêde derbas nebû, ku dezgeha emnî ya nihênî ya Tirkiyê, Cemal ji mala wî ya Stenbolê revandin û di girtîgehê de ew bi dijwarî îşkence kirin, îşkenceyên weke bêxewkirin, lêdana li binê piyan û lêdan li tevahiya laşê wî. Di meha Tebaxa îsal de, Cemal ji Rûdawê re got, eger nivîsek îmze kiriba û endamên din ên komeleya xwe bi xwe re tûş kiriba, dê ew azad kiriban, lê wî bê du dilî red kiribû wê yekê bike.

Li gel azadbûnê, Cemal hewl da mafê penaberiyê li Swêdê werbigire, lewma jî serdana Konsulxaneya Swêdê kir li Stenbolê, li wê derê Konsulê Giştî yê Swêdê, endazyarê ciwan tûşî matmayînê kir. Cemal ji Rûdawê re got, “ew agahdarî Kurd bû, digot Kurdekî gelek çalak bi navê Selaheddîn Rastgeldî li Sêwêdê dijî, şîret jî li min kir, her dema ku gihîştim Swêdê, peywendî bi Selaheddîn bikim.” Ji wê seyrtir ew bû, konsul peywendî bi Selaheddîn kiribû û cihê niştecihbûna Cemal jê re gotibû. Selaheddîn, Cemal vexwanibû apartmana xwe li Stockholmê, daku du heftiyan mêvanê  wî be.

 Di dema jiyana xwe li Swêdê de, Selaheddîn her ku diçû bêtir dibû kesekî netewî, peywendî jî li gel Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê çê kiribû, Rohat Alakom, nivîskarê Kurd ku li ser jiyana Selaheddîn lêkolîn kiriye, amaje bi wê yekê dike, ku peywendiyên wî li gel xwandekarên seranserê Ewropayê û civînên wî li gel kurdên navdar ên Sûriyê û Tirkiyê, alîkar bûn ku Selaheddîn berê xwe bide nasyonalîzma Kurdî.

Komîteya Swêdî-Kurdî

Di destpêka 1966an de, Selaheddîn û Cemal li gel komek kesayetên bi bandor ên Swêdê ên hevsoz bûn li gel Kurdan, Komîteya Swêdî-Kurdî damezrandin, ku karê wan giringîdana bi tundûtîjiyên li dijî Kurd li Iraqê û pêşxistina mafên Kurd li seranserê Ewropayê bû. Bi gotina Omer Şêxmûs, kesayetê navdarê Kurd ê niştecihê Swêdê ku ji nêzîk ve Selaheddîn nas dikir, hejmarek ji kesên herî xuya yên civaka Swêdê di piştgiriya doza Kurd de beşdar bûn. Di nava wan kesayetên diyar de ku Selaheddîn ew organîze kiribûn, Dr. Olof G. Tandberg –  Emîndarê Navdewletî yê Akademiya Zanistên Swêdê û Madame Marta Hansson, Seroka Komîteya Swêdî-Kurdî hebûn.

Marta Hansson û hevjînê wî dezgeheke wan a çap û weşanê hebû û amadebûna xwe nîşan dabûn, ku mesrefên komîteyê bidin. Xemxoriya Marta bo doza Kurd reheke wê ya kûr hebû û Cemal Elemdar dixwest bizane ew hezkirin, çavkaniya wê ji ku ye. Marta ji Cemal re gotibû: “Yekemîn evîndarê min kurdek bû.”

Marta di destpêka sedsala bîstan de li gel bavê xwe dijiya, ku wê demê li Qahîreyê dîplomat bû. Rojekê ji rojan bavê wê mêvandariyek ji bo dîplomatan rêkxist, her li wê derê jî yek ji mêvanan ku Emîndarê Balyozxaneya osmanî bû, bala Martayê kişand. Marta kete xefika evîndariya Mihemed Rehîm Beg. Mihemed dîplomatekî Kurd bû û evîndariya wî li gel Martayê demek dirêj dom kir. Diyar nîne çi tiştekî dawî li wê evîndariyê anî, lê Mihemed bandoreke kûr li ser wê xanima ciwan a Swêdî hişt, ku paşê beşdariyeke berçav di xebata ji bo mafên Kurdan de hebû. Komîteya Swêdî-Kurdî biryar da lêkolînê li wan tawan bike, ku Bexda di serdema tevgera rizgarîxwaza Kurd a salên 60î de li dijî Kurd pêk dianîn.

Şoreşa Îlonê (Eylûlê) bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî ji bo rûbirûbûna binpêkariyên hikûmeta navendî ya Iraqê li dijî Kurdan, di sala 1961an de destpê kir. Hema hema tevahiya xelkê navçeyên Kurdî rahiştibûne çek, Bexdayê jî bo rûbirûbûna wan, bi awayekê berçav topxane, firokeyên cengî û hêzên serbazî bi kar anî. Dema şaxeya Swêdê ya Amnesty ji Selaheddîn re got, ku ji bo lêkolînên li ser binpêkariyên mafên mirovan ew ji bo Yemenê tê şandin, komîte li ser wê yekê rêkeftibû ku her demekê Selaheddîn ew lêkolîna xwe bi dawî kir, divê biçe Kurdistana Iraqê û li çiyayên wê derê lêkolînê li ser serhildana Kurdan bike.

Weke pêngava yekem a geşta xwe ya bo Rojhilata Navîn, Selaheddîn di dawiya Temûzê de gihîşt Londonê. Omer Şêxmûs kun û dest bi xwandinê li Zanîngeha Londonê kiribû, pêşwazî lê kir. Şêxmûd di Tebaxa îsal de ji Rûdawê re got, “wî bê cudayî piştgirî li doza Kurd dikir, li tevahiya parçeyên Kurdistanê.”

 Weke Şêxmûs vedigêre, Selaheddîn di warê pizîşkî de nivîskarekî jêhatî bû, lê karên wî di wî warî de bê kêşe û heta şaşiyên komêdî û têkder jî nebû. Şêxmûs behsa mînakek ji wan bûyeran kir û got, yek ji tiştên herî xweş ku wî gelek caran vedigêra, ew dem bû ku li zanîngeha pizîşkî ya Karolinska li Stockholmê mijûlî projeya çêkirina santriyufuja cudakirina morkên spî û sor ên xwînê bû. Di ceribandinekê de leza zivirîna santriyufujê bi qasekî zêde bibû, ku teqiyabû û tiştek wisa nemabû ku tevahiya taqîgehê xirab bike.

Dostê Palme

Bi gotina Şêxmûs, li klinîka xwe li Ostermallmê peywendî li gel destebijêrê civaka Swêd dirûst kiribû, bi corek peywendiya wî li gel Oluf Palmê ewqas nêzîk bûbû ku berdewam bi hev re lîstika satrancê dilîst. Palmê salên piştre di 1982an de bû serokwezîrê Swêd û sala 1986an li navenda bajarê Stocholm hat terorkirin.

Selaheddîn dixwest ronahî bixe ser paqijiya nijadî ku hikûmeta Iraqê li dijî Kurdan encam dida, lewma piştî geşta xwe ya bo Edenê yekser 18ê Tebaxa 1966 ji Îranê ve xwe gihande Kurdistana Iraqê. Kurd li her çar perçên Kurdistanê rûbirûyê êriş û tundûtûjiyê bûbûn. Li Îranê du deh sal e helmeta serkutkirinê ya hêzên emnî piştî Komara Kurdistanê li Mihabadê her nerazîbûnek serkut kiribû. Li Sûriyê bi dehan hezar Kurd ji nasnameya netewî û xaka xwe hatibûn bêparkirin. Li Tirkiyê jî yek li pey yekê piştî ragihandina Komara Tirkiyê di sala 1923an de siyaseteke helandinê ya xeniqandina wan dihat peyrewkirin, vê jî komelgeha Kurdî li wî welatî aciz kiribû. Kurdên wan 3 perçan ji bo piştevaniya Barzanî û bexwedanê berê xwe dabûn çiyayên Kurdistana Iraqê.

Serdana Barzanî

Di yek ji rojên geşta xwe de, Selahedîn Rastgeldî li gel Barzanî kom bû ji bo ku behsa hewlên Komîteya Swêdî-Kurdî bike bo ronahîxistina ser pirsa Kurd li hemû Kurdistanê.  Rastgeldî çîroka geşta xwe di pirtûkekê de vediguhêze ku 1967an bi zimanê Swêdî hatiye çapkirin û salên paş Kawe Emîn wergerandiye Kurdî. Di beşeke wê pirtûkê de Selahedîn Rastgeldî dibêje, “bi sebir çaverê kir heta ku ez hemû wan wêneyan bigirim ku pêwîstiya min pê hebû, piştî wê em derbasî nav çadira mêvanan bûn. Barzanî çeka kevn da destê yek ji Pêşmergeyan, pêlavên xwe derxistin, rûnişt û palda çadirê  rengûreng û ez jî li aliyê xwe yê rastê dam rûniştandin.”

Dr. Mehmûd Osman, yek ji şêwirmendên Mela Mistefa Barzanî û pizîşkê Pêşmergeyan, li gundê Nawpirdan li nêzîk sînorê Îran çavê wî bi Selahedîn dikeve û di yekem hevdîtinê de jî pê sersam dibe. Mehmûd Osman di tebaxa îsal de ji Rûdawê re ragihand, “ew gelek xwendevan û bi temamî pabendî doza Kurd bû, bi taybetî jî doza Kurd li Tirkiyê.”

Selahedîn Rastgeldî daxwaz ji Barzanî kiribû rê bide lêkolîneke serbixwe derbarê serkutkirina rejîma Bexdayê de bike. Barzanî daxwaz ji Îdrîsê kur kiribû nameyek binivîse û ji bo hemû yekeyên Pêşmerge bişîne ku tê de ferman bike hevkariya temam bi Selahedîn bidin. Barzanî daxwaza hemû wan dokument û belgeyan jî kiribû ku peywendî bi miameleya xirap a hikûmeta Iraqê li gel hemwelatiyên medenî yên Kurd hebû ku radestî Selahedîn bên kirin.

Selahedîn Rastgeldî berî vegera xwe bo Stocholmê çû Cinêvê, bo wê jî berî temambûna geşta xwe çûbû aliyê Barzanî û pirs lê kiribû gelo ti peyamek bo Xaça Sor a Navdewletî li Cinêv heye yan na. Barzanî di bersivê de gotibû, “te bi çavê xwe rewş dît, tu bi xwe rewşa xelkê medenî yê Kurd dibînî.”

Xaça Sor a Navdewletî daxwaz ji Selahedîn kiribû ku raportekê derbarê rewşa Kurdistana Iraqê de amade bike, wî jî ew daxwaz bicih kir. Pirtûka Selahedîn Şoreşa Kurdî xiste ber çavên xelkê Swêdê, her ji ber hindê piştî pirtûkê bi sedan mijar derbarê wê pirsê de di medya Swêdê de hatin nivîsîn.

Komîteya Swêdî-Kurdî sala 1970an dawî li karên xwe anî, piştî ku Bexdayê ta radeyekê îtîraf bi mafê çarenivîsî yê Kurd kir, lêbelê Selahedîn bi dirêjiya jiyana xwe li Swêdê li ser behskirina mafên Kurd ranawesta.

Gengeşeya li ser kurdbûna wî

Kesûkarên Selaheddîn bi şanazî pesinê kesayetî û pabendbûna wî bi mafên kurdan û gelên din didin. Gamze Ozcurumez Bilgilî, xwarziya Selaheddîn û mamoste li derûnnasiyê li Zanîngeha Başkent a Enqereyê ji Rûdawê re got “Ew bi rastî di xema xelkê de bû. Ew ne tenê idealîst, mirovdost, alîgirê mafên mirov bi maneya siyasî bû, lê kesekî peyvxweş, dilovan, dilnerm û pir bi muraat jî bû.” Lê pêkutiya Selaheddîn li ser kurdbûna wî di nav kesûkarên wî de cihê gengeşeyê ye.

Selaheddîn li Ruhayê ji dayik bûbû, dûre di 5 saliyê de bi bavê xwe re çûbûn bajarê Mêrsînê. Bavê Selaheddîn yekem car mamoste  bû, lê dûre berê xwe dabû bazirganiyê. Gamze dibêje: “Li ba bapîrê min pir giring bû zarokên wî xwendineke baş bixwînin.”

Eslê xwe vedigerînin Tulmanê, ku gundekî biçûk e û dor 25 kîlometreyan dûrî bakurê rojavayê Ruhayê ye. Di xortaniya xwe de û berî ku ji bo xwendina doktoriyê berê xwe bide Swêdê, Selaheddîn gelek caran serdana Tulmanê dikir.

Wisa dixuye di qonaxeke navbera xwendina wî li Zanîngeha Robertê li Stenbolê di salên 40î û yekem derbeya leşkerî ya Tirkiyê di salên 60î de, nêrîna Selaheddîn guherîbe û kurdbûna xwe ji hemûyan re ragihandibe.

Dema Selaheddîn li Koleja Robertê mijûlî xwendinê bû, xwişka wî Gulay li Mêrsînê ji dayik bû. Gulay bi bişirîn pesinê birayê xwe yê koçkirî dide, her çiqasî heya îro roj jî baweriya wê pê nayê birayê wê Kurd bûbe û dibêje Selaheddîn tirkmen bû. Gulay dibêje bangewaziya kurdbûna birayê wê ji bo dijberiya rewşa wê çaxê ya Tirkiyê bû.

Gulay di dema serdana Gemzeya keça xwe de li Enqereyê ji Rûdawê re got “Rast e wî bi xwe behsa kurdbûna xwe ji min re kir. Min jî nedigot tu ne Kurd î, min ti têbîniyek nedida.”

Xwişka 75 salî ya Selaheddîn diyar kir ku malbata wê li nêzîkî kurdan jiyane û got: “Piraniya malbata me kurdiyeke pir baş dizanin. Cînarên me Kurd in û em karê biznisê bi wan re dikin. Lê hemû malbata me xwe wek tirkmen dibînin, kesûkarên me yên dûrtir jî di nav de.”

Derbarê sedema wê yekê ku birayê wê pêkutî li ser nasnameya kurdî dikir, Gamze bi vî rengî behsa sedema wê kir: “Wî ji ber mirovdostiyê wisa digot. Dibe ku xizm û kesên me yên Kurd jî hebûbin û ji ber vê Selaheddîn wisa hizirîbe. Wî bi vî awayî dijberiya dewleta Tirkiyê dikir.”

Gamze heya niha jî ji eslê malbata xwe bi guman e, lewma dibêje “Min gelek caran pirs ji dê û kesûkarên xwe kiriye, ew bi eşkereyî behsa wê yekê dikin ku dizanin eslê wan ji kû hatiye û wisa bawer dikin tirkmen in, lê bêguman gumana min heye ku çêdibe em Kurd jî bin.”

Dibe ku nasnameya etnîkî ya Selaheddîn pirsgirêk ji bo pêwendiyên wî ligel hin xizm û kesûkarên wî çêkiribe, lê yek ji xwarziyên wî ewqas şanaziyê bi pêwendiyên xwe û xalê xwe dike ku dixwaze em wî wek Omer Rastgeldî bidin nasîn. Omer, ku fermanberekî malnişîn ê bankê ye, heya dawiya jiyana Selaheddîn pêwendiyeke wî ya nêzîk pê re hebû, bi awayekî du caran di salên 80yan de li Swêdê çûbû ba wî. Umer, ku kurê dadgerekî malnişîn ê dadgeha bilind a Tirkiyê ye, dizane ew gengeşeya ku li ser kurdbûna xalê wî çêbûye pirsgirêkeke aloz e.

Omer ji Rûdawê re got: “Ev pirsgirêkeke hestyar e.” Tekez jî kir ku nasnameya xalê wî “tiştekî ji wê rastiyê naguhêre” ku xalê wî xwe ji bo mafên gelê Kurd terxan kiribû. Li bîra Omer e jî ku xalê wî di nameyên xwe de tekezî li ser kurdbûna xwe dikir.

Xwarziyê Selaheddîn dizane nêrîna wî derbarê nasnameya xalê wî de çi ye: “Ez aliyê xalê xwe digirim.”

Cemal Alemdar, ku 20 salan hevalê Selaheddîn  bû, ji kurdbûna Selaheddîn piştrast e, bêyî ku jê re giring be kesûkarên Selaheddîn ji vê yekê bi guman in an na. Carinan di 1966an de, Cemal û hin kurdên din li mala Selaheddînî kom dibûn, yek ji amadebûyên rûniştinê Kemalê birayê biçûk ê Selaheddîn bû ku bi tirkî dipeyivî. Cemal vedibêje: “Min jê dipirsî çima tu bi kurdî napeyivî?” Kemal di bersivê de digot “Ez ne Kurd im.”

Gava derbarê nasnameya Selaheddîn jî pirs jê dihat kirin, digot “Ew dibêje ez Kurd im, ev pirsgirêka wî bi xwe ye.”

Kemal çar salan piştî Selaheddîn hatibû Swêdê û wek endezyar li şîrketa pêwendiyên telefonî ya Ericsonê dest bi kar kiribû. Kemal derbarê sedema çûna xwe ji bo Swêldê ji Rûdawê re got: “Min çav li Selaheddînî kir û vê jî wisa kir ez bêm li Swêdê bihêwirim. Ez her li vir jî mam û heya temenê 65 salî ku malnişîn bûm, min her li vê derê kar kir.”

Wek xwişka wî Gulay, bi nêrîna Kemal jî, li jêr bandora derdora wî pêwendiya Selaheddîn bi kurdan re çêbû. Bi gotina Kemal “Selaheddîn hemû temenê destpêka zarokatiya xwe li Urfayê û li gundê me Tulmanê derbas kir, li wir jî bi saya lîstina bi biçûkên Kurd re hînî zimanê wan bû. Hemû kesûkarên me xwe wek tirk dibînin û li malê bi tirkî dipeyivin.”

Bi dirêjiya salên 70 û 80yan Selaheddîn di hewldanên xwe de berdewam bû ji bo çêkirina pêwendiyeke germ bi revenda kurd re. Selaheddîn nasîtî bi mamosteyê aboriyê li Zanîngeha Parîsê û serkirdeyê paşerojê yê tevgera rizgarîxwaz a Kurd li Îranê Dr. Ebdilrehman Qasimlo re jî peyda kiribû.

Omer Şêxmûs vedibêje: “Pir kêfxweş dibû gava ez û Qasimlo diçûn serdana wî. Gava ez û hevjîna xwe di gulana 1985an de ji çiyê vegeriyan Swêdê, apartmana me li Stockholmê nemabû û em li xaniyekî digeriyan. Apartmaneke Selaheddîn a neh-odeyî ya mezin hebû, ew amade bû apartmana xwe bi me re parve bike û bike du beş.”

Omer Rastgeldî du caran di salên 1981 û 1983an de serdana xalê xwe kiribû. Di herdu caran de jî mehekê bi wî re mabû. Selaheddîn wek kesekî peyvxweş û tendirust hatibû ber çavê Umer.

Gotûbêjên Selaheddîn û xwarziyê wî her carekê çend saetan berdewam dibûn. Her carekê jî mijarek hergav di mejiyê wî de dizîvirî. Di dawiya şêstan de, hikûmeta Tirkiyê mafê hevwelatîbûnê ji Selaheddîn standibû, piştî ku rojnamevanekî rojnameya “Milliyetê” raporeke tund li ser karên Selaheddîn ji bo pêşxistina mafên kurdan nivîsîbû.

Bi nêrîna xwişka wî Gulay, sedema jêstandina welatînameya tirkî ji birayê wê vedigeriya xwevedizîna wî ji xizmeta leşkerî, lê bi nêrîna Umer hin sedemên din hebûn.

Bi hûrî gotûbêja wî û xalê wî derbarê rapora Amnesty li ser miameleya hikûmeta Brîtanya ligel girtiyên yemenî li bîra Umer e û dibêje: “Xalê min ji min re behs kir ku hikûmeta Brîtanya guvaş li ser hikûmeta Tirkiyê pêk aniye da ku ew jî guvaşê li ser xalê min çêbikin.”

Selaheddîn çend caran piştî jêstandina welatînameya xwe, serdana Tirkiyê kiribû, ji wan jî carekê di 1980 de, ku ji bo serdana bavê xwe yê li ser ciyan ketî çûbû Tirkiyê. Ne diyar e geştên Selaheddîn ji bo Tirkiyê piştî jêstandina welatînameya wî yasayî bûn yan neyasayî, lê wisa dixuye Selaheddîn xwestibû bêtir derfeta geşta Tirkiyê jê re berdest bibe.

Omer dibêje: “Wî pir ji Tirkiyê hez dikir, rijd bû ku serdana Tulman bike, lê nedikarî.”

Heyamekê pêwendiya nêzîk a Selaheddîn ligel nûnerên dîplomatkar ên Tirkiyê hebû, lê di 80yan de êdî her ku diçû stafê balyozxaneya Tirkiyê xwe bêtir ji wî doktorê kurd dûr digirt.

Gamze ji Rûdawê re got: “Dema em ji bo serdana wî diçûn Swêdê, hergav hevrêyên wî li dora wî bûn, lê kesên tirk li wir nebûn. Hin dostên wî yên kurd hebûn, lê hejmara tirkên li derdroa wî kêm bû. Li balyozxaneyê xwe jê dûr digirtin û bi temamî piştguhkirî bû.”

Selaheddîn dixwest ji aliyekî ve dirêjahiyê bide kampîna piştgiriya doza kurd û ji aliyê din ve pêwendiya wî ya nêzîk ligel dam û dezgehên hikûmeta Tirkiyê li Swêdê hebe, lê ev çiqas diçû dijwartir dibû, ji ber ku pêgeha Selaheddîn di nav civaka swêdî û kurdî de hino hino bihêz bûbû.

Cemal di vî warî de behsa serpêhatiyeke xwe û Selaheddîn dike ku dijwariya parastina wê hevsengiyê nîşan dide: “Tê bîra min ez carekê çûm ofîsa wî da wî bibînim. Gava ez derbasî hundir bûm, wî ez birim odeyekê û deriyê odeyê ji derve kilît kir. Piştî nêzîkî nîv demjimêrê derî vekir û got: Bibore balyozê Tirkiyê li vir bû.” Cemal bi vê hêrs bûbû û daxwaz ji Selaheddîn kiribû her dema balyoz li wir be bangî wî neke.

Cemal dibêje: “Wî dixwest pêwendiyeke wî ya birêz û hurmet ligel balyozxaneya Tirkiyê hebe û kurdîtiyê jî bike, ji xwe ev ne mumkin bû”.

Hêviya Selaheddîn û kurdên din ku bi kanalên fermî guherîn di reftara hikûmetan de bê kirin qels bû. Gava Tirkiyê careke din di 1980 de ket jêr rikêfa desthilata generalan, ciwanên Kurd di salên heştêyan de dest bi serhildaneke leşkerî kirin, bi vê jî egera vegera revenda kurdên nerazî wek Selaheddîn bû sifir.

Selaheddîn ti carî dawet çênekir, lê keçeke wî ji dildara wî ya swêdî hebû.

Vîviyan Aleksanderson, keça Selaheddîn û mamoste li Norwecê li ser bavê xwe ji Rûdawê re got: “Jiyana wî tev li doza kurd bûbû.”

Bi sedema pêwendiya aloz û ne xweş a dê û bavê wê, Vîviyan di temenekî pêgihiştî de bavê xwe nas kiribû.

Vîviyan bi vî awayî çîroka yekem pêwendiya xwe û bavê xwe vegot: “Dema Selaheddîn sala 1980 pêwendî ligel min kir, ez bi bihîstina dengî wî behitîm. Dayika min pir ji Selaheddîn hêrs bû, lê Selaheddîn mirovekî qenc bû, pir zîrek, dest û dil vekirî û bi mirwet bû. Hergav Ruha di mejiyê wî de bû. Ew pir hêrs bû çima tirk wê tevgera xerab bi kurdan re dikin.”

Sibata 1986an, du polîsên swêdî ji bo lêkolîna derbarê kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme hatin mala Vîviyanê. Derbarê têkiliya bavê wê bi wê bûyerê re pirs jê kirin. Vîviyan dibêje: "Wan dixwest zanibin ka gelo çeka bavê min hebû yan na." Wê polîs piştrast kiribûn ku bavê wê ne çekdar bû. Baweriya Pişknerê Bilind ê Swêdê Hanis Holmer bi terora plangeriyê di wê bûyerê de hebû û pêçiya tometê ber bi kurdan ve dirêj dikir, her çiqasî ti belgeyek li ber destê wî nebû vê yekê piştrast bike.

Derbarê kuştina Palme, dezgehên ewlekariya Swêdê ji Cemal Elemdar jî pirs kiribûn. Wek ew bi xwe dibêje: "Gava polîsên Swêdê telefon kirin, ez li Londonê bûm. Pirs dikirin gelo ez dizanim kî li pişt kuştina Palme ye. Min di bersiva wan de got ez nizanim kî li pişt êrîşê ye, lê dizanim Kurd ne li pişt wê êrîşê ne, çunke ew dostekî baş yê kurdan bû".

Alakom di semînereke 2016an de li Kitêbxaneya Kurdî ya Swêdê, anî ziman ku Selaheddîn Ruha bi hemû cîhanê nedida, lewma jî pir bi wan keleman têk diçû ku rê li ber vegera wî bo cîwarê wî digirtin. Hemû tiştê ji destê wî dihat ew bû ku stranên folklorî yên navçeya Ruhayê bêje, li ser kasetan tomar bike û ji kesûkarên xwe re bişîne. Heyamekê Selaheddîn ji dostekî xwe re gotibû: "Ez neçûm Ruhayê, lê tu xemgîn nebe birayê min, bila dengê min bide ser rêya Ruhayê".

Her çiqasî Selaheddîn piraniya caran ne li Ruhayê bû, lê hewl dida her çawa be navê bajêr di bîreweriyên xwe de bi cih bike.

Lewma jî di 1950î de profesor Cuda Sêgal bangî Ruhayê kir, ku bi zimanê latînî Edessa jê re dihat gotin. Bi gotina Sînem Rastgeldî, yek ji xizmên Selaheddîn ku hêj li Ruhayê dijî, Sêgal 4 caran serdana Ruhayê kiribû û di dawî de kitêba (Edessa – Bajarê Pîroz) nivîsî. Şûndestekî herdemî yê Selaheddîn li ser bajêr heye û wek Sînem dibêje heya niha jî şêniyên bajêr bi rêzeke mezin behsa wî dikin.

Nêzîkî hemû kesên ku Rûdaw ji bo vê mijarê bi wan re axivî, di wê baweriyê de ne ku dûrketina wî ji Ruhayê roleke mezin lîst ku Selaheddîn noqî xemokiyê bibe û heya dawiya jiyana xwe berê xwe bide vexwarina zêde ya madeyên alkolîk. Gulay û hevjînê xwe li Mêrsînê bûn gava demjimêr 4ê berbanga roja 10ê adara 1986an zengilê telefonê ew ji xewê veciniqandin. Gava destê xwe avêt telefonê, jinekê jê re got "Birayê te tûşî kulbûna pişikan bûye". Gulay û kesûkarên wî xwe bi lez berhev kirin da herin Swêdê, lê telefoneke din plana wan hemû ragirt. Celteya dil li Selaheddînî dabû. Ji ber vê çendê, 12 rojan piştî kuştina hevrêyê wî Olof Palme dilê wî jî rawestiya.

Desthilatdarên Tirkiyê bi niyaz bûn rê nedin termê Selaheddîn li Tirkiyê bê veşartin, lê endamekî malbata wî desthilat û pêwendiyên xwe bi kar anîn û her vê wisa kir ku termê Selaheddîn çar rojan piştî wefata wî ji bo firokexaneya Stenbolê ku bi hêza polîs hatibû dagirtin, bê vegerandin û ji wir jî bi firokeyeke din ji bo Edeneyê hate veguhastin.

Gulay pir ji wê yekê bi daxtir bû bikare here Edeneyê, lewma Kemal û du xwişkên xwe çûn ji bo wergirtina term.

Kemal got "Mirina Selaheddîn a zû û ji nişkê ve, ji bo min xisar û şokeke mezin bû. Wî di hemû qonaxên jiyana min de bi her awayî alî min kir."

Diviyabû Selaheddîn li Ruhayê bê veşartin, lê li Mêrsînê ku 440 kîlometreyan ji cîwarê wî yê hezkirî dûr e bi axê hat sipartin. Bi gotina Gulay “Selaheddîn pir dixwest li Ruhayê bê veşartin, lê egera tengavkirin û tirsandinê hebû."

Umerê Rastgeldî li ser hezkirina Selaheddîn ji Ruhayê re dibêje “Selaheddîn pir bi kûrî girêdayî kok û rehên xwe bû. Wî pir caran behsa serdema zaroktî û ciwaniya xwe li Tulmanê dikir. Dixwest careke din bikare li nav gund bigere û li bin darkokên fistiqan rûne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst