Zarokên Kurd ji mafê yasayî yên fêrbûna Kurdî bêpar dimînin

Amed (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ev 8 sal in ku dersên bijarte yên kurdî hene lê ji ber netayînkirina mamosteyan li dibistanan polên zimanê kurdî nayêne vekirin. Ji ber vê yekê zarokên kurd ji vî mafê yasayî yên hînbûna zimanê kurdî bêpar dimînin.

Nêzîk, 2 hezar mamosteyên kurdî ji ber nayêne tayînkirin bêkar in. Ji van heta niha tenê 59 mamoste li dibistanan hatine bicihkirin. Kurdî her çiqas mafekî yasayî jî be burokrasiya Tirkiyeyê bi helwesta xwe nahêle ku ev maf ji aliyê kurdan ve bê bikaranîn. Zarok bê kurdî û mamosteyên kurdî jî bêkar dimînin.

Leyla Şaşmaz dayika 2 kuran e. Lê li malê mamosteya wan a kurdî ye. Ji ber ku li dibistanên dewletê dersên bijarte yên kurdî nayên çalakirin, dê mala xwe ji bo zarokan di heman demê de kiriye poleke zimanê kurdî.

Li mala Leyla Şaşmaz zimanê kurdî serdest e. Heta ku li dibistanan dersên kurdî bi awayeke bi rêk û pêk dest pê bikin, Leyla Şaşmaz bi biryar e ku mala xwe bike hêlîneke kurdî.

 Dayika xwendekaran Leyla Şaşmaz dibêje: “Kurê min ê mezin diçe pola 8an. Di pola 7an de me serî li dibistanê dabû û me xwestibû zarokên me bi kurdî hîn bibin. Lê mixabin ev tişt çênebû. Di polên xwe de hê jî bi tirkî hîn dibin. Lê kurdî tune ye. Dibêjin heye lê tune ye.”

Xwendekar Siyabend jî got: “Zimanê kurdî xweş e. Dizanim. Hem pir xweş e û hem jî dixwazim herkes hîn bibe.”

 Xwendekar Deniz jî wiha axivî: “Dixwazim li dibistanan zimanê kurdî hîn bibim. Li dibistanên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dersên bijarte yên bi kurdî bi awayeke yasayî heftiyê 2 saetan hene. Li polên 5-6-7 û 8an dersên kurmancî û zazakî yên şêwezarên kurdî bûne dersên bijarte. Lê ji ber netayînkirina mamosteyan ev pol nayêne çalakirin.”

Mem Wenda yek ji wan kesan e ku dema mamosteyên kurdî hatin amadekirin li Zanîngeha Artukluyê lîsansa bilind a bi tez qedand. Eger rê li ber hatiba vekirin niha li zanîngehek mamostetiya bi kurdî dikir.

Derçûyê Lîsansa Bilind a Bi Tez a Kurdî Mem Wenda jî got: “Min lîsansa bilind a bê tez, a bi tez qedand. Lê niha tenê zanîngehek doktorayên kurdî qebûl dike, ew jî tenê 4-5 kesan werdigre. Piştî te doktorayê qedand û pê ve jî ev rê li ber te girtiye. Tu nikarî weke akademîsyenekî li zanîngehan bi cih bibî.

Mamoste bi hêvî ne ku dest bi karê xwe bikin û zarok jî li benda mamosteyên xwe ne ku perwerdehiya zimanê xwe bibînin.  Hikûmeta Tirkiyeyê di sala 2011'an de li Mêrdînê û piştre jî li 4 zanîngehên din ên Bakurê Kurdistanê beşên kurdolojiyê vekirin. Lê îsal li 5 zanîngehan ji ber netayînkirina mamosteyên kurdî tenê 14 xwendekaran beşên kurmancî û zazakî bijartin.