Mistefa Balî: Me operasyoneke din a serkeftî pêk anî

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne ku hejmarek din ji serkirdeyên DAIŞê bûne armanca wan.

Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya HSDê, Mistefa Balî li ser twîtterê belav kiriye ku şeva bihorî wan operasyoneke din a serkeftî li dijî rêxistina DAIŞê encam dane û têde hejmarek endam û serkirdeyên DAIŞê kirine armanc û çend ji wan hatine girtin.

Lê Mistefa Balî di derbarê cih û dema wê operasyonê de ti zanyarî nedaye. Herwiha Balî diyar jî nekiriye, ka hejmara kesên ku hatine kuştin û girtin çend e.

Mistefa Balî herwiha daye xuyakirin, "her çekdarekî DAIŞê ku nehatibe kuştin, dê were girtin" û  tekez kiriye, "her kesê ku destdirêjî li Sûriyan kiribe, dê were cezakirin."

Ji aliyekî din ve, li gorî çavkaniyên xwecihî ji Cerablûsê, çend helîkopteran operasyonek li nêzîkî Cerablusê encam dane û hejmareke hêzên çekdar ji wan helîkopteran peya bûne û çend kesek jî girtine ku tê pêşbînîkirin, çekdarên DAIŞê bin.