Otomobîleke hêzên Rûsî li devera Girkê Legê derbasî aliyê Bakur bû

Girkê Legê (Rûdaw) - Otomobîleke hêzên rûsî li herêma Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bû.

Peyamnêra Rûdawê, Rengîn Şero, ji gundê Dêrûna Axê ragihand ku roja Sêşemê danê esrê, dewriyeke Rûsî parçeyek ji dîwarê sînorê yê nav bera Bakur û Rojavayê Kurdistanê rakir û derbasî aliyê Tirkiyê bû.

Ew dewriye dema nîv demjimêrê li wî aliyê sînor ma û piştre vegeriya gundê Dêrûnê, ku dikeve bakurê rojavayê devera Girkê Legê û bi nîv kîlometreyê ji sînorê Tirkiyê dûr e.

Bi gotina peyamnêra Rûdawê, dewiyeya Rûsî, ew parçeyê dîwarê sînorî, li raserî gundê Dêrûna axê rakir, êdî vê yekê tirseke mezin li cem xelkê dirust kiriye.

Her li gorî zanyariyên peyamnêra Rûdawê, otomobîleke rûsî û 2 otomobîlên asayişê ligel wê bûn, li nav gundê Dêrûnê bûn, lê tenê otomobîla rûsî derbasî aliyî Tirkiyê bû, lê piştî ku vegeriya nav gund, ew otomobîla rûsî û herdu otomobîlên asayişê bi hev re ji gund derketin.