Kolberekî xort ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li deverên çiyayî yên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, kolberek ji ber sermayê canê xwe ji dest da û piştî sê rojan termê wî hat dîtin.

 

Kolberê Rojhilatî ku navê wî Muzefer Husênî ye, temenê wî 29 salî ye û xwedî keçeke temen 5 salî ye. Termê Muzefer Husênî sê roj piştî ku canê xwe ji dest daye hatiye dîtin.

 

Hevalên Muzefer diyar dikin, kolberan wisa fikirîne ku ji ber sermayê pasevanên sînorî yên Îranê li ser rê nebin û derketine rê.

 

Cenazeyê Muzefer Husênî li gundê Gesan ê Urmiyê hat veşartin.

 

Kolberek dibêje, ji ber ku derfeteke wan a din a ji bo debarê tine ye, ew bi neçarî kolberiyê dikin û berê xwe didin deverên sînorî.

 

Di sê rojên derbasbûyî de herî kêm sê kolberên din bi teqeyên hêzên leşkerî yên Îranê canê xwe ji dest dan.

 

Herwiha hatina demsala zivistanê û barîna berfê, metirsiyeke din e li ser jiyana kolberan, ku salên derbasbûyî jî hejmarek kolber ji ber sermayê canê xwe ji dest dabûn.

 

Zêdebûna bûyerên kuştina kolberan ji aliyê hêzên leşkerî yên Îranê ve zêdetir bûye, bêyî ku li hember kuştina wan kes bersiv bide û berpirsyar be.