Temelli: Wêneyê Komara Tirkiyê Cizîra Botan e

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî ragihand eger li Cizîrê hejarî û bêkarî hewqasî zêde be, wêneyê 95emîn salvegera damezrandina komara Tirkiyê ev yek e û got: "Li Cizîrê 95emîn salvegera komarê zilm e, qeyûm e, neçandina zeviyan û têkçûna ajaldariyê ye."

 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî beşdarî civîna gel a rêxistina Cizîrê ya partiya xwe bû û derbarê 29ê Cotmehê 95emîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyê de axifî. Temellî got: "Eger bê gotin 95emîn salvegera Komara Tirkiyê çawa tê ravekirin, çawa tê behskirin, wêneyê vê yekê baş rave bike Cizîr e. Cizîr di jêr dorpêçê de ye, li Cizîrê eger ji taxekê biçî taxeke din kontrol hebe, wê demê wêneyê rasteqîn ê 95emîn salvegera komarê ev yek e."

 

Temellî da zanîn ku dê ligel gelê xwe li hemû cihekî têkoşîna xwe berdewam bikin û got: "Em ê li tax bi tax û gund bi gund bigerin. Ji çi nerîn û fikrekê be eger em bên ba hev bihêz dibin. Em dê rêya azadî û aştiyê vekin, em ê hemû bi hevre dawî li vê tecrîtê bînin. Serkeftinê ji were dixwazim. Bawer im dê Cizîra Botan bibe pêşengê me hemûyan."