Li Kerkûkê 15 efser li ser gendeliyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ragihand ku li Kerkûkê di nav du rojên derbasbûyî de 15 efserên piledar li ser gendeliyê hatin desteserkirin û dibêje ku “Ez bawer nakim dizên mezin bigrin, kesên ku hatine desteserkirin, pileyên wan bilind nînin”.

 

Ehmed Eskerî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di nav du rojên derbasbûyî de 15 efserên piledar li Kerkûkê li ser gendeliyê hatin desteserkirin, efserên ku hatin desteserkirin, pileyên wan di bin raîdiyê de ne.

 

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî herwiha eşkere kir: “Li Kerkûkê gendeliyeke mezin heye, lewma tê çaverêkirin ku girtina kesên din jî li pey were, em hêvî dikin ku dizên mezin jî bigrin, lê ez bawer nakim dizên mezin bigrin.”

 

Desteserkirina wan kesan bi fermana Desteya Nezahe ya Iraqê bûye û hêzên dije-teror jî fermana wan bi cih aniye.