Ebduselam Ehmed: Bêyî kurdan destûra nû bo Sûriyê nayê amadekirin

29-10-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rêveberiya Xweser Kantona Cizîrê Ebduselam Ehmed Sûriye Komîteya destûra Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Encûmena Zagonsaz li Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê eşkere kir, tevî ku Tirkiye dijayetiya wan dike jî, lê dê nûnerên Rêveberiya Xweser di proseya danîna destûreke nû ji bo Sûriyê de, beşdar bin.

 

Ebduselam Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da xuyakirin, ku heta niha hewlên Şanderê Navdewletî yê taybet bi pirsa Sûriyê Staffan de Mistura di pirsa avakirina komîteya destûrî de û danîna destûreke nû ji bo Sûriyê bê encam mane.

 

Ebduselam Ehmed amaje bi sedemên serneketina hewlên pêkanîna komîteya destûrî jî kir û got, ji ber mercên pêşwext ên rejêma Sûriyê û destêwerdana Tirkiyê, herwisa ji ber nebûna lihevkirina navdewletî, heta niha hewlên Staffan de Mistura yên ji bo avakirina komîteya destûrî û danîna destûreke nû ji bo Sûriyê neçûne serî.

 

Şêwirmendê Encûmena Zagonsaz li Kantona Cizîrê herwiha diyar kir, ku civaka navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî zêde giringî nedane mijara avakirina komîteya destûra nû ya Sûriyê, lê tevî wê yekê jî pêvajoyeke siyasî bo amadekirina destûreke nû dest pê kiriye.

 

Ebduselam Ehmed destnîşan kir, ku bêyî beşdariya kurdan komîteya destûrê nayê avakirin û got: “Her çi qas ku dijatî jî hebe, lê em dê beşdarî pêkanîn û nivîsandina destûra nû bibin.”

 

Ehmed tekez jî kir, her destûrek ku bêyî beşdariya Kurdan bo qonaxa pêşerojê ya Sûriyê bihê nivîsandin, nikare cihê xwe bigre û proseyeke wisa serkevtinê bi dest naxe.

 

Ebduselam Ehmed wiha axivî: “Hewlên de Mistura bo damezrandina komîteya destûrî heta niha neçûne serî, serdaneke wî ya li Şamê jî hebû. Heta niha rêkevtineke navdewletî jî li ser wê yekê nîne. Him rejîm şertû mercên wê hene, him terefên din ên weke Tirkiye li dijî beşdarbûna Kurdan di nivîsandina destûrê de ne. Hêzên navnetewî û bi taybet Hevpeymanî di vî warî de heta niha giraniya xwe nexistine ser vî mijarî, lê em dikarin bêjin pêvajoyeke siyasî dest pê dike, pêvajoya nivîsandina destûrê. Bêguman em weke aliyek û beşeke sereke û xwediyê hêz û quwetê li ser erd û xaka Sûriyê divê em beşdar bibin û destûr dê bêyî me neyê nivîsandin, her çi qas ku dijatî hebe ji aliyê Tirkiyê yan aliyên din ve, lê îro ev rastiyek e ku em hêzeke sereke ne li Sûriyê û ew destûra ku bêyî me neyê nivîsandin, dê cihê xwe negire.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst