Li gor dikandaran zirara şewata bazara Lenge nîv milyar dolar e

Hewlêr (Rûdaw) – Dikandarên bazara Lenge ziyanên şewata bazara xwe bi nîv milyar dolar texmîn dikin û li bendê ne ku hikûmet wan qerebû bike. Şahidekî bûyerê jî dibêje ku agir ji ber kontakta elektrîkê li dikanekê ketiye û dikanên bazarê şewitandiye.

 

Şeva 25/10/2018an agir li bazara Lenge ya Hewlêrê ket. Ferman Mihemed ku pasevanê bazarê ye û yekem şahidê bûyerê ye, ji Rûdawê re ragihand: “Hewa nebaş bû, bayekî bihêz dihat, di saet 03:15an de otomobîlek li aliyê qehwexaneyên cadeya 100 metrî rawestiya, min jî lembeya xwe lê da û bi ajovan re axivîm. Ronahiyeke mezin li nav bazarê derket. Ez reviyam ketim nav bazar, min dît ku agir li dikanan ketiye.”

 

Ferman Mihemed dibêje: “6 lembeyên mezin li pêşiya dikanan daliqandî bûn. Berî niha me çend car agahdar kiriye ku metirsiya kontakta elektrîkê heye, ez bawer im ji ber kontakta elektrîkê bûye. Lê ez nizanim gelo ji kontakta kabloyên derve bûye an ji lembeyan.”

 

Mihemed eşkere kir: “Pêta agir ketiye ser cilûbergên li ser erebeyên li ber dikanê û şewitandiye. Ji ber bayê gur di nav xulekekê de nêzîkî 6 dikanên din şewitîn.

 

Bûyer tenê li wî cihê bazarê nebû. Ferman Mihemed dibêje: “Li nav kolanên telefonfiroşan jî deng hat. Ez reviyam û min dît ku li wir jî çend kabloyên elektrîkê dikevin xwarê û agir ji wan derdikeve.”

 

Pirsgirêka herî mezin a bazarê: Elektrîk

 

Bazara Lenge encûmeneke wê ya 7 kesî heye, ku bi pirsgirêkên elektrîk û av û jeneretorên bazarê re eleqedar in, ew diyar dikin ku pirsgirêka wan a herî mezin elektrîk bûye.

 

Li ser zirar û ziyana ku gihiştiye bazarê, encûmena bazarê diyar dike ku hêj zirar û ziyan nehatiye hesabkirin, lê 1800 dukan şewitîne. Lê belê Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê jî dibêje ku "tenê 800 dikan li bazara Lenge ya Hewlêrê şewitîne".

 

"Zirar û ziyan nêzîkî 500 milyon dolar e"

 

Her çiqas Berevaniya Şaristanî hêj zirar û ziyanan hesab nekiriye jî, nûnerekî dikandarên bazara Lenge li ser zirar û ziyana şewata bazarê dibêje: “2000 dikan şewitîne û tê texmînkirin ku zirar jî nêzîkî 500 milyon dolar e. Ev jî tenê kelûpelên ku di nav dikanan de şewitîne, ji bilî zirarên ku gihiştine dikanan.”