Elî Qeredaxî: Şerê pêşmerge û hêzên iraqî heram e!

29-10-2017
Nîşan Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misliman Dr. Elî Qeredaxî Fetwa Şer Pêşmerge Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî, derbarê şerê di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî de fetwayek da û bi hemû awayî ev şer heram kir. Qeredaxî got: “Ew kesê ji bo berevaniya xaka xwe were kuştin şehîd e.”


Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî di peyamekî çend xalî de daxwaza sekinandina şerî li hikûmeya Iraqê û ya Herêma Kurdistanê kir û banga destpêkirina guftugoyên lezgîn kir.

 

Qeredaxî di peyama xwe de got, ku şer û xwîn rijandin sûdê nagihîne ti aliyekê û bi vê rêbazî jî îradeya gelan nayê têkbirin.

 

Di daxuyaniya xwe de Dr. Elî Qeredaxî amaje bi wê yekê kir, ku serkeftina şer dibe sedema sermesbûnê û ev jî riya rijandina xwîna zêdetir vedike û got, ku gelê Iraqê, ku xwedanê heman ol û baweriyê, heman zilm û terorê ne, ji vê rewşê ziyanê dibînin.

 

Derbarê heramkirina şer jî got: “Ez weke Elî Qeredaxî fetwaya heramkirina şerê di navbera mislimanan de didim û pêwîste guftugo were qebûlkirin. Eger ne li hember îslamê jî be, rijdbûna ser bijardeya leşkerî, dibe difinbilindî û xwe mezinkirin, ku Xwedê jî vê yekê qebûl nake.”

 

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Îslamî Dr. Elî Qeredaxî di daxuyaniya xwe de bang li merciên olî û zanayên mezin ên Iraqê kir, ku ji bo “vemirandina vî agirî” rola xwe bilîzin.

 

Qeredaxî bang li hikûmeta Iraqê jî kir û got: “Li ser bingeha destûrê, destpêşxeriya Hewlêrê qebûl bikin. Çimkî qebûlkirna diyalogê ferzekî şer’î û nîştîmanî ye û pêşiya rijandina xwînê û wêrankariyê digre. Ew aliyê ku diyalogê neke aliyê zalimkar e, ew aliyê ku diyaloga wî nayê qebûlkirin û êrîş diçe ser jî mafê wî heye berevaniya xwe bike. Kî di dema berevaniya xwe de were kuştin şehîd e û cihê wî behest e, cihê yê din jî dojeh e.”

 

Dr. Elî Qeredaxî di peyama xwe de ji welatên cîhanê jî daxwaz kir, ku herdu aliyan razî bikin da ku dest bi danûstandinê bikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst