Heşda Şeibî tanka Abrams a têkçûyî veguhaste kuderê?

29-10-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Pêşmerge Heşda Şeibî Tanka Abrams M 1 Pirdê Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ew tanka Abram M 1 a amerîkî ku Heşda Şeibî di şerê Pirdê de li dijî hêzên pêşmerge bi kar anîbû û ji aliyê pêşmerge ve hatibû teqandin, ji aliyê Heşda Şeibî ve bo Serbazgeha K 1 a Kerkûkê hatiye veguhastin.

 

Roja 20ê vê mehê (Cotmeh) li sînorê bajarokê Pirdê şerekî giran di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên Heşda Şeibî de çêbibû û bi bersivdana tund a hêzên pêşmerge, êrişa Heşdê hatibû şikandin û zirareke mezin gihîştibû wan.

 

Di şerê Pirdê de ji bilî teqandin û têkşikandina 20 Hummer û wesayitên zirhî yên Heşda Şeibî, hêzên pêşmerge tankeke Heşda Şeibî ya ji curê Abram M 1 a amerîkî jî têkşikandibû.

 

Di şerê de Pirdê de herwiha li gorî Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê zêdetirî 150 çekdarên Heşda Şeibî hatibûne kuştin û birîndarkirin.

Piştre Heşda Şeibî ji bo veşartina agahiyên derbarê teqandina tanka Abramsê de, milîsên wê rêxistina leşkerî tanka têkçûyî ji eniya şer bo cihekî din veguhast.

 

Hevwelatiyekî wêneyê wê tanka Abrams a Heşda Şeibî li navçeya Dûbizê girtiye û ji Rûdawê re şandiye, ku di wêneyê de derdikeve ku tanka Abrams a amerîkî bi têkçûyî li ser cadeyeke Dûbizê ketiye.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew tank piştre bo Serbazgeha K 1 a li Kerkûkê hatiye veguhastin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst