Navenda Nûçeyan – Parêzerên Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bi wê re hevdîtin pêk anîn.
Polîsê Tirkiyê şeva 25ê Cotmeha 2016 her du hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê, Gultan Kişanak û Firat Anli desteser kiribûn.
Parêzerên Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak piştî 4 rojan bi muwekîla xwe re hevdîtin pêk anîn.
Yek ji parêzerên Gultan Kişanak ê bi navê Mehmet Emin Akatar li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand wan îro bi muwekila xwe Kişanak re hevdîtin kir.
Mehmet Emin Aktar wiha got: “"Me wekî parêzerên Gultan Kişanak piştî 4 rojan hevdîtin pêk anî. Rewş û moralê wê pir baş e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse