Rojhilat - Îlam teslîmî baran û lehiyê bû

29-10-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Îlam (Rûdaw) – Li herêma Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber barîna barana tund, lehî li gellek bajar û deveran rabû. Heta niha herî kêm kesek ji ber baranê miriye.

Li gorî medyaya Îranê, ev hefteyek e li bajarê Îlamê û deverên din ên eyaleta Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, baranek tund dibare ji ber wê jî lehiyek mezin rabûye.

Li gorî amarên fermî, heta niha herî kêm kesek ji ber lehiyê miriye û yek jî birîndar bûye, her wiha kesek jî wenda ye.

Ji ber baran û lehiyê, ziyan gihîştiye gellek bajar, gund, rê û pirên navbera bajar û gundan. Av û elektirîka hinek gundan qut bûye.

Ji aliyekî din, Walîtiya Îlamê îro rêveberiya rewşa awarte û kirîz ava kir û ragihand, ji ber barîna baranê dibistan û saziyên fermî hatine girtin.

Rêveberiya keşnasiya Îlamê jî ragihand, di heyama 48 saetên borî de 230 mm baran li bajarê Îlamê bariye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst