Helwesta partiyên Başûrê Kurdistanê li ser hilbijartinên Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) – YNK û Gorran her çiqas îsal neçûn Bakurê Kurdistanê, lê belê piştevaniyê li kampnayayên HDPê dikin. PDK û Yekgirtû jî tekez kirin, ku ew piştevaniyê li tevahiya proseyê dikin, lê destwerdanê di hilbijartinên Tirkiyeyê de nakin.

 

Krîza siyasî li Başûrê Kurdistanê ne tenê bandor li ser wî beşê Kurdistanê kiriye, belku bandore li ser pêwendiyên Başûr bi parçeyên din ên Kurdistanê re jî daniye.

 

Di kampanyayên hilbijartinên 7ê Hezîranê yên Tirkiyeyê de 2 şandeyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorranê ji Başûrê Kurdistanê çûbûn Bakurê Kurdistanê û bajarê Amedê û piştgiriya xwe ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re nîşan dabûn, lê îsal ji ber krîza siyasî li Başûr, ti partiyek ev yek nekirin.

 

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê dibêjin ku ew destêwerdanê di kampanyayên hilbijartinên Tirkiyê de nakin û YNK û Gorran dibêjin ew piştgîriyê didin HDPê, lê belê tekez dikin ku îsal wan nekarî serdana Bakurê Kurdistanê bikin û beşdarî di kampanyayên hilbijartinê de bikin.

 

Parlamentera Tevgera Gorranê Îvar Îbrahîm ji Rûdawê re got: "Em wek şanda Tevgera Gorranê me dixwast dubare biçin û piştevaniyê li HDPê bikin, lê belê ji ber ew rewşa niha me nekarî. Em hêviya serkevtinê ji wan re dixwazin. Her wek çawan me berê piştevaniya wan kir, vê carê jî hevalên me yên ji Gorranê di torên civakî de li gor şiyanên xwe pêwendî bi wan kesan kirine ku nas dikin. Em hêvî dikin HDP pirraniya dengan bidest bixe. Em dê vê carê bo pîrozbayiyê biçin."

 

Di hilbijartinên borî de şandeke YNK jî bi serpireştiya Kargêrê Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar serdana Bakurê Kurdistanê kir û li Amedê peyama piştevaniya YNKê gihandin HDPê.

 

YNK dibêje, niha jî li ser peyama xwe rijd e, lê belê nikare beşdariyê di kampanyayên niha de bike.

Derbarê mijarê de Parlamenterê YNKê Izet Sabir ragihand: "Em bi dil û bi can piştevaniyê li HDPê dikin û em hêvî dikin ku HDP pirraniya dengan bidest bîne. Li Herêma Kurdistanê parlamento ji kar ketiye, arîşeyên siyasî hene, arîşeya serokatiyê heye, arîşeyên darayî û mûçeyê hene. Em niha tevlî kampanyayên hilbijartinên bibin dê bêjin ku hale we bi xwe gellek baş e ma û dê bêjin propagandayê ji HDPê re nekin."

 

Berovajyê YNKê û Gorranê, PDK û Yekgirtû red dikin ku tevlî kampanyayên hilbijartinên Tirkiyeyê bibin û beşdarbûn di kampanyayên hilbiajrtinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bi destweredan dizanin û dibêjin, ew tenê dixwazin çavdêriya proseya hilbijartinan bikin.

 

Endamê Polîtboruya Yekgirtûyê Xelîl Îbrahîm di vê bareyê de ji Rûdawê re ragihand: "Em çavdêriya proseyê dikin û bi giringî ve behsa wê dikin û me bawerî bi wê yekê nîne ku destwerdanê têde bikin."

 

Xelîl Îbrahîm got: "Em naxwazin detwerdan di karûbarên navxweyê Tirkiyeya cîran de bikin. Tirkiye mihtacê ewlehî û îstiqrarê ye û bêyî wê yekê bandorek gellek xirab li ser asta Tirkiyeyê û derveyê Tirkiyeyê didane û ew yek bandorê li ser Başûrê Kurdistanê jî çê dike."

 

Îbrahîm got: "Em dixwazin dengê kurd bilind be û bi wêrekî be. Bi xebata xwe ya siyasî û sivîl derbasî nav parlamentoyê bibin û parêzgarî li arîşeyên xwe bikin."

 

Berdevkê Fraksyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de Mihemed Elî jî da xuyakirin, Di xûla berê ya hilbiajrtinan de berê xwe dan Tirkiyeyê û beşdar bûn di kampanyayên hilbijartinê de. Ew yek di çarşoveya yasayên navdewletî de çê nabe û nabe destwerdan di karûabrên welatekê de bê kirin.

Mihemed Elî got: "Em wek PDK piştevaniyê li hemû aliyan dikin û em hêvî dikin ew prose bi aştiyane birêve biçe."

 

Tê zanîn, hilbijartinên berê yên parlamentoya Tirkiyeyê di 7ê Hezîran a îsal de birêveçûn û di encamê de HDPê karî benda %10 a hilbijartinan derbas bike û 80 parlamenteran bişîne parlamentoya wî welatî.

 

Ji ber ku di hilbijartinan de ti partiyekê nekariye pirraniya pêwîst bo pêkanîna hikûmetê bidest bixe û danûstandinên bo pêkanîna hikûmeta hevpeymaniyê jî rastî şikestinê hatin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyib Erdogan biryar da ku hilbijartin werin dubarekirin û Komisyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê roja 1ê Mijdar a îsal de wek roja dubarekirina hilbijartinan diyar kir.