Pêşmerge gehîşt Wêranşarê û gel bi ala rengîn pêşwaziyê li wan dike

29-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Wêranşar (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge yên ku bi riya bejayî diçin Kobanî gehîştine bajarê Wêranşarê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî li Kobanî amadekariya derbasbûna Pêşmerge bo nav Kobanî dikin.


Peyamnêrê Rûdawê  Senger Ebdulrehman ragihand ku, "Ew hêza bejayî ya ku îro dervbasî Bakurê Kuristanê bûne, niha gehîştiye bajarê Wêranşarê û ji aliyê kurdên wî bajarî ve bi germî û bi ala Kurdistanê tên pêşwazîkirin.”


Ebdulrehman ragihand ku, “Gellek xelkê Bakurê Kurdistanê derketine pêşiya Hêzên Pêşmerge û pêşwaziyê li wan dikin. Herwiah xelk li Pirsûsê li kolanan li hêviya hatina wan in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst