Şemer dixwazin bi YPGê re deriyê Til Koçer birêve bibin


Hewlêr (Rûdaw)  - Cîgirê fermandarê grûpa bi navê Lîwaya Ehrar el-Cezîre Uwênan Asî el-Cerba tekez kir ku grûpa wan karên xwe yên çekdarî li bajarokê Til Koçer li Rojavayê Kurdistanê rawestandin ji bo fitnek di navbera Kurd û Ereban de dernekeve holê.

Lîwaya Ehrar el-Cezîre ku hemû çekdarên wê ji eşîreta Şemer in û ew girêdayî Artêşa Azad e, di 25 adara borî de deriyên Til Koçer yê sînorî ji bin kontrola Artêşa Rejîmê derxistibû.

Uwênan Asî el-Cerba ku nih li Erebistana Siûdiyê ye, ji Rûdawê re ragihand ku ji ber gefên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û Cebhet el-Nusra, lîawaya wan karên xwe yên çekdarî rawestandin û ji deriyê Til Koçer vekişiya.

El-Cerba bal kişand ku çekdarên wan berî 2 mehan ji deriyê Til Koçer vekişiyan û derî ket bin kontrola DAÎŞ û Cebhet el-Nusra.

El-Cerba ku merivê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, herwiha got “Grûpên radîkal dixwestin em li dijî Kurdan şer bikin, lê me xwesteka wan pêk neanî, ji ber têkiliyên di navbera me û Kurdan dîrokî ne û em ti carî dest ji wan têkiliyan bernadin”.

Eşîreta Şemer li navçeyên li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê li bajarokê Til Koçer û navçeyên derdora wê dimînin û di Serhildana sala 2004an ya Kurdan li Rojava de, li dijî dewletê û eşîretên din yên Ereban piştgiriya Kurdan kiribûn.

Cîgirê fermandarê Lîwaya Ehrar el-Cezîre aşkere kir ku ew niha hewl didin têkiliyê bi berpirsên Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê re danin ji bo ku bi hevparî deriyê sînorî yê Til Koçer birêve bibin.

Uwênan Asî el-Cerba herwiha got “Li cem me, PYDê ji DAÎŞ baştir e, ji ber çawa be ew jî Kurd in û di navbera me û Kurdan dostaniyeke dîrokî  heye”.

Şervanên YPGê yên girêdayî PYDê di 26 vê mehê comtehê de deriyê Til Koçer ji bin kontrola çekdarên DAÎŞê derxist û xist bin kontrola xwe.