Festîvala Zebeşan a Amedê: 'Yê ku zebeşê Amedê bixwe nexweş nakeve'

Amed (Rûdaw) - Li parêzgha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 14emîn Festîvala Zebeşan hat lidarxistin.

Di pêşbirka zebeşê herî mezin de cotkara bi navê  Îkram Atli bi zebeşê 48,7 kîloyî bû yekemîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya wergirtina tedbîrên teserûfê de festîvala zebeşan a îsal betal kir.

Lê belê Rêvebiriya Çandiniyê ya Amedê bi hevkariya parêzgariyê li baxçeyê çandiniyê yê Amedê bi çalakiyeke biçûk ew kevneşopî pêk anî.

"Yên ku zebeşê Amedê bixwin nexweş nakevin"

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu got:

Li gorî rîwayetan Loqman Hekîm gotiye yên ku zebeşê Amedê bixwin nexweş nakevin.

Em jî bo ku vê berhema me ya giranbiha ya çandiniyê bi şêwazên kevneşopî berdewam were berhemanîn çi ji destên me were em dê bikin.

Ev çalakiya ji bo danasîna zebeşê Amedê tê kirin jî ji bo ku cotkarên me berdewam berhemanîna zebeşê Amedê bikin hewlek e."

Zebeşê Amedê xwediyê nîşaneya erdnîgariyê ye û wekî remzeke sereke ya bajêr her sal di vê mehê de ji bo danasîna nav û dengê Amedê bi mîhrîcanê tê danasîn

"Min wekî bebekan xwedî kir"

Yekema Pêşbirka Zebeşê Herî Mezin Îkram Atliyê got:

Di du mehan de wiha mezin bû. Bi rastî zehmeta wê gelek e.

Me pir pê zehmetî dît. Me kir kîsikan û di bine naylon de danî. Ku mezin bû me av da.

Me avdana wî kir, me mesrefa wî kir. Em berdewam din av de bûn.

Ji bo heywan zerer nedinê ez her di nav de bûm. Min wekî bebekan xwedî kir."

Piştî dayîka Îkramê, zebeşa cotkar Adil Aydin bi 48 kîloyan bû duyemîn, zebeşê cotkar Mehmet Atli jî bi 45,5 kîloyan bû sêyemîn.

"Ev xebata jinan e"

Duyemînê Pêşbirka Zebeşan Adil Aydin wiha anî ziman:

Îsal jinek bû yekemîn. Di rastî de vê xizmetê gişt jin dikin. Em zilam dibêjin me kiriye lê di rastiyê de ev xebata jinan e."

Piştî rê û resma pêşbirk û çalakiyan, xwediyên sê zebeşên herî mezin yên amedê ji alîyê Parêzgarê Amedê ve hatin xelatkirin û festîvala ku îsal ji ber rewşa aboriyê biçûk hat lidarxistin bi dawî bû.