Semsûr: Kesekî xwe û hevjîna xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tûtê ya parêzgeha Semsûrê kesekî xwe û hevjîna xwe kuşt.

Li gorî zanyariyan li gundê Akçatepeyê yê navçeya Tûtê ya Semsûrê, di navbera Erdem Kilavuz û hevjîna wî Zelîha Kilavuzê de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.

Piştî nîqaşê Erdem K. gule li hevjîna xwe reşandin û kuşt.

Erdem K. piştre bi heman çekê xwe jî kuşt.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û termên wan ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Semsûrê.

Li gorî zanyariyan 4 zarokên Erdem Kilavuz û hevjîna wî Zelîha Kilavuzê hene.