Nasnameya fermandarekî hat eşkerekirin

2 demjimêr berê
Nîşan Baz Azad Pîro HPG Gerîla Fermandar Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku fermandarê bi nasnavê Baz Azad Pîro canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku Baz Azad Pîro 25ê Îlona 2020î li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya wî wiha ne:

Baz Azad Pîro: Navê wî yê fermî Abdurrahman Aksal e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê.

HPGyê diyar kir ku Baz Azad Pîro sala 2005an tev li refên gerîlayan bûye û got:

“Em hevrêyên wî soz didin ku em dê teqez meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad a hevrêyê xwe Baz bi ser bixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst