Rojîn 2 roj in winda ye: Telefona wê hat dîtin!

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xwendekar Rojîn Kabaîş 2 roj in winda ye.

Kar û xebatên lêgerîna xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîşê ku 2 roj in winda ye berdewam in.

Li gorî zanyariyan xwendekara beşa Gihandina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş 27ê Îlonê çûye perava Gola Wanê û piştî wê deng jê derneketiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên binavê li Gola Wanê dest bi kar û xebatên lêgerînê kirin.

Hat ragihandin ku doh hevalên Rojînê çûne peravê û li cihekî telefon û berguhkê wê dîtine.

Di roja 2yemîn de jî kar û xebatên tîmên binavê yên Fermandariya Ewlehiya Peravên Wanê berdewam in.

Li gorî zanyariyan xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ji Amedê ye.