Hewlêr (Rûdaw) - Li Awisturyayê îro gel ji bo Hilbijartinên Parlamentoyê diçe ser sindoqan.
Di dema kampanyaya hilbijartinan de destûr nayê dayîn ku namzetek ji 15 hezar euroyan zêdetir xerc bike.
Her wiha Herêma Kurdistanê xwe ji bo Hilbijartinên Parlamentoyê amade dike û bangeşeyê dest pê kiriye.
Xelkê Awisturyayê ji bo hilbijartina 183 parlamenteran dê deng bide.
Di dema kampanyaya hilbijartinan a Awisturyayê de afîş û wêneyên serokên partiyan li kolan û cihên giştî tên daliqandin lê yên namzetan nînin.
Jan Krainer 23 sal in parlamenter e û çend kampanyayên hilbijartinan bi rê ve biriye.
Bi pênûs û lênûsekê li kolanan kampanyayê dike, bi çend xalên kurt xelkê ji bernameya xwe agahdar dike û wêneyên serokê partiya xwe nîşan dide.
Jan Krainer di pirsa “Gelo partiya we dikare bi kêfa xwe kampanyaya hilbijartinan fînanse bike?” de got:
“Ji bo xerciyên kampanyayê ji bo hemû partiyên siyasî sînorek heye.
Her partî dikare 8 milyon euroyan xerc bike. Her namzetek jî dikare heta 15 hezar euroyan ji berîka xwe xerc bike.”
Li Awisturyayê kampanyaya hilbijartinan a li ser cade û kolanan aştiyane û bêdeng derbas dibe.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê kampanyaya Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kiriye.
Wêneyên namzetan paytext, kolan, peyarê, avahî û pir tije kirine.
Her cihê ku derfeteke biçûk ji bo nîşandana wêneyên namzetan hebe, bi afîşan hatiye tijekirin.
Şofêrê taksiyê Selah Ebdullah ji serê sibê heta derengiya şevê li wêneyên namzetan dinêre.
Ew ditirse ku wêne, afîş û hesinên wan bi ser otomobîla wan de bikevin.
Poster û afîşên ku baş nehatine danîn metirsî li ser wesayitan çêdikin.
Pirsgirêkeke din a poster û afîşan ew e ku pêşiya kamerayên çavdêriyê girtî ne û winda kiriye.
Li hinek cihan ji ber poster û afîşên namzetan cihê derbasbûnê nemaye. Peya şûna peyarêyan neçar dimînin ku li ser cadeyan re bimeşin.
Xwediyê xwaringeheke li Îskana Hewlêrê Şêrzad Yûsif da zanîn ku poster di bin çirayên trafîkê de hatine danîn ku divê zêdetirî 50 metreyan jê dûr bin.
Şêrzad Yûsif li ser pirbûna posteran got:
“Kesên ku xwe kirine namzet heger rewşenbîr bin ji xwe dê xelk dengê xwe bide wan, hewceyî posteran nake.”
Li gorî yasaya hilbijartinan, bikaranîna avahiyên hikûmetê ji bo daliqandina afîşan qedexe ye û li gorî rênimayiyên Wezareta Şaredariyan, danîna wêne û posteran a li ser keskahî, cihên navendî û parkên giştî qedexe ye.
Li gorî van rênimayiyan, piraniya namzetan bi danîna afîşên binpêkarî kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse