Li Amedê Sempozyuma Cîhên Dîrokî: Ji 16 welatan 129 akademîsyen beşdar bûn

2 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Li Amedê Sempozyuma Cîhên Dîrokî hat lidarxistin
Li Amedê Sempozyuma Cîhên Dîrokî hat lidarxistin
Nîşan Amed Sempozyum Cîhên Dîrokî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Odeya Endezyarên Avahîsaziyê ya Amed û Enqereyê 7emîn Sempozyuma Bihêzkirina Cîhên Dîrokî û Veguhastina Bi Ewle ya Paşerojê li dar xist.

Ji bo sempozyûmê ji 16 welatan 129 akademîsyen bi gotarên xwe beşdar bûn.

Sempozyûmê 27ê Îlonê li Dêra Sûrp Giragosê ya Ermenan dest pê kir.

Di sempozyuma sê zimanî de ji bilî Îngîlîzî û Tirkî gotarên Kurdî jî cih girtin.

Cara yekemîn e di sempozyumeke teknîkî de gotar bi Kurdî jî hatin peşkeşkirin.

“Vî gelî bi tenê nehêlin”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun got:

“Em li vir li sempozyumê careke din bangî UNESCOyê dikin û dibêjin, li vî bajarî, ji kêliyên ku mirovahî niştecîh bûye heta vê deme miletekî ku bênavber jiyana xwe berdewam kiriye heye.

Divê vî gelî bi tenê nehêlin. Divê bizanibin ku ev dîrok û hebûna çandî tenê bi peyaman nayê parastin.

Em dibêjin werin li gorî pêwistiyê em bi hev re vê derê biparêzin.”

Serokê Odeya Endezyarên Avahîsaziyê ya Amedê Mehsum Çiya Korkmaz jî got:

“Armanca me ev e, em vî bajarî û avahiyên dîrokî çawa dikarin bihêz bikin. Em çawa dikarin vê mijarê têxin rojeva xwe.”

Akademîsyênên beşdar li ser qewîkirin, parastin, performansa li hemberî erdhejên mezin, analîzên fîzîkî û şêwazên qewîkirinê yên berhemên dîrokî rawestiyan.

Her wiha wan ji bo serkeftina di vî warî de amaje bi girîngîya zanistê da.

“Divê hikûmet ji bo avahiyên dîrokî rewşeke awarte ragihîne”

Mamosteyê Beşa Zanista Endezyariyê ya Zanîngeha Oxfordê Prof. Dr. Îdrîs Bedirhanoglu jî got:

“Divê hikûmet ji bo avahiyên dîrokî rewşeke awarte ragihîne ku ti kes nikaribe deste xwe bavêje avahiyên dîrokî.

Em dibînin ku li Brîtanyayê kes nikare darek bibire lê li vê derê avahiyên hezar salî tên xirakirin û kes ji wan re tiştekî nabêje.

Ev xalek e, xala duyem jî restorekirin xelet tê kirin.

Parastina avahiyekî tenê ne bi nûjenkirênê ye, divê li gorî fîlozofyaya erdhejê jî çêkî.

Ji bo vê yekê endezyarên avahîsaziyê jî lazim in. Ji ber wê ev sempozyum balê dikişîne ser hebûna avahîsazan a di vî karî de.”

Di sempozyuma ku ji welatên wekî Brîtanya, Spanya, Almanya, Yunanistan û gelek cîhên din akademîsyen amade bûn ji Herêma Kurdistanê jî akademîsyenan gotarên xwe pêşkeş kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst