Mereş - Ciwanekî biyanî di bendavê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî 20 salî yê ku ji bo avjeniyê ket gola bendavê xeniqî.

Li gorî agahiyan, ciwanê 20 salî yê bi navê Hamza Neccar ku biyanî ye tevî malbata xwe ji bo seyranê çûne Bendava Suçatiyê ya Mereşê.

Necar ji bo xwe hênik bike ket avê. Piştî demekî Neccar ji ber çavan winda bûye.

Li ser agahdarkirina malbatê cendirme, tîmên tendirustiyê û tîmên Lêgerîna Binavê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata lêgerînê ya tîman de termê Hamza Neccar ji bendavê hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê termê Neccar ji bo otopsiyê bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mereşê.