ÇEWLÎG - Xwendekarek di qezayê de mir: Hevalên wê rabûn ser pêyan

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Xwendekar Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li xwendekara zanîngehê Evîn Ozelê da.

Li gorî zanyariyan şeva borî li parêzgeha Çewlîgê, li ser rêya sereke ya Mûş-Çewlîgê otomobîlek li xwendekara zanîngehê Evîn Ozela 18 salî qelibî.

Evîn Ozel di bûyerê de bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman xwendekara 18 salî bir Nexweşxaneya Çewlîgê lê tevî hewldanên bijîşkiyê ew li nexweşxaneyê mir.

Piştî mirina Evîn Ozelê xwendekaran li cihê bûyerê xwepêşandan kir.

Xwendekaran xwest ku çira li cihê bûyerê werin danîn.

Hêzên ewlehiyê jî li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û ji xwendekaran xwest ku dawiyê li çalakiya xwe bînin.

Xwendekarên Zanîngeha Çewlîgê piştî hişyariya polîsan dawî li çalakaiya xwe anî.

Hat ragihandin ku Evîn Ozel ji navçeya Qelqeliyê ya Wanê ye û îsal li Zanîngeha Dîlokê dest bi xwendina beşa Cografyayê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst