Li Pasûrê çûyîna hinek herêman 15 rojan qedexe ye

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Parêzgariya Amedê Pasûr Qedexeya Çûnûhatinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hinek herêm 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatin ragihandin.

Parêzgariya Amedê ragihand ku li navçeya Pasûrê herêma di navbera gundên Simetok, Guhermî û Nedrehuş û Çiyayê Şinakê de ji 29ê Îlonê heta 13ê Çiriya Pêşînê 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatine ragihandin.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku, “biryara qedexeyê bi armanca, dabînkirina ewlehiya neteweyî, parastina ewlehiya raya giştî, parastina asayîşa giştî û maf û azadiyên bingehîn û rêgirîkirina tawanan hatiye wergirtin.”

Parêzgariyê her wiha ragihand ku çûyîna welatiyan a “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” ji bo parastina can û malê wan qedexe ye û kesên biçin dê werin cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst