Grûpeke xwezahezan dixwaze Qamûşanê bi cîhanê bide nasîn

29-09-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Qamûşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê grûpa Dildarên Xwezayê amadekariya geşteke çiyayî dike.

Armanca vê geştê danasîna xwezaya Qamûşanê ye.

Grûpê piştî rêyeke dirêj xwe gihand devereke çiyayî ya Qamûşanê.

Serokê Grûpa Dildarên Xwezayê Arîf Guneş anî ziman:

“Armanca me ew e ku Qamûşan jî di nav sektora geştiyariyê de cih bigire û di vî warî de pêş bikeve.

Bi rastî Qamûşan xwedî xwezayeke bêhampa ye.

Em bang li çiyager, xwezahez û hezkiriyên werzişê dikin ku werin vê derê.”

Ew bi vê çalakiya xwe dixwazin bala geştiyaran bikişînin ser navçeyê.

Newala Kewanê cihê herî bilind ê Qamûşanê ye ku bilindahiya wê digihêje 2 hezar û 150 metreyî.

Endamên grûpê bi benan xwe ji 70 metreyî berdan xwarê û piştre jî hilkişiyan.

“Ji bo hilkişîna ser çiyê û daketinê gelekî guncav e”

Mamosteyê Zanîngeha Kafkasê ya Qersê Îlyas Çaglar got:

“Ev der bi taybetî ji bo hilkişîna ser çiyê û daketinê gelekî guncav e û xweşik e.

Em bi hevalan re hatin û piştî amadekariyan em gihîştin vê derê û me kampa xwe danî.

Piştre jî em hilkişiyan û vegeriyan û me dawî li çalakiya xwe anî.”

Endamên grûpa Dildarên Xwezayê diyar kir, plana wan ew e ku ji niha pê ve xwezaya dilrevîn a Qamûşanê bi cîhanê bidin nasandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst