DÊRSIM - Xebatkara rojnameyekê hat desteserkirin: Alozî derket

29-09-2023
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Desteserkirin Alozî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt hat desteserkirin.

Ji ber desteserkirina Azîme Bozkurtê di navbera parlamentera YSPyê û polîsan de alozî derket.

Li Dêrsimê vê sibehê polîsan, di dema belavkirina rojnameya Yenî Yaşamê de xwest xebatkara rojnameyê Azîme Bozkurtê desteser bike.

Parlamentera YSPyê ya Dêrsimê Ayten Korduyê û Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dêrsimê Gonul Sonbaharê yên li cihê bûyerê bûn bi hinceta biryara desteserkirinê ya dozger nîne li dijî desteserkirinê derketin.

Di navbera Ayten Korduyê û polîsan de demeke dirêj alozî çêbû û Korduyê ji polîsan xwest biryara desteserkirinê nîşan bidin.

Polîsan bi zorê Azîme Bozkurt li otomobîlê siwar kir û bir Rêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsimê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst