Daholvanê daweta Hemdaniyeyê Kurdekî Êzidî bû: Nizdîn jî canê xwe ji dest da

29-09-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kurdên Êzidî Nizdîn Xezwan Şewata Hemdaniyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kur û bavekî Kurdên Êzidî bi taybetî hatine vexwendin ku di merasîma daweta Hemdaniyeyê de li dahol û zirneyê bixin.

Nizdînê 12 salî di şewata holê de canê xwe ji dest da û bavê wî jî niha şîna kezeba xwe digire.

Dîmenên hola dawetê ya li navçeya Hemdaniyeyê ya Nînowayê berî ku agir gur bibe derketin holê.

Nizdîn Xezwan li defê dixist û bavê wî jî li zirneyê dixist û şahî germ dikir.

Nizdîn bû yêk ji qurbanyên şewata hola dawetê û canê xwe ji dest da.

Bavê wî bi çavên girî li wêneyê Nizdîn dinêre ku 3 sal in pê re diçû şahiyan.

Xwediyê dewatê bi taybetî daxwaza Nizdîn kiribû.

Bavê Nizdîn, Xezwan Silêman bi çavên tije hêsir got:

"Ji min re got bavo agir. Min li dikê nihêrî, agir e, me got em birevin.

Wî li pêş min berê xwe da derî, min bang li wî kir kurê min biçe metbexê, deriyê metbexê yê derketinê.

Min bi çavên xwe dît, li pêş deriyê mitbexê bû û bû qelebalixî. Min got Înşallah wê derkeve.

Silêman li paş min bû û ji min pirsî ka Nizdîn min got ew li pêşiya me derket.

Em derketin derve me ew nedît."

Nizdînê 12 salî xwendekar bû

Nizdîn Xezwan, zarokekî Kurdê Êzidî bû.

Nizdînê 12 salî xwendekarê pola şeşan a dibistana seretayî bû.

Ew di nav hevalên xwe de gelekî dihat hezkirin, mirina wî bandoreke mezin li hevalên wî kiriye.

Ramî Reşîd hevalê Nizdîn anî ziman:

"Nizdîn gelekî dihat hezkirin.

Du sal in em heval bûn, em bi topê dilîstin.

Me ti carî şer nekir lê dema nûçeya wî ji me re hat, em gelekî li ser Nizdîn êşiyan."

Nizdîn li goristanê li kêleka bapîrê xwe hat veşartin.

Şeva 26ê Îlonê, li navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê agir bi hola dawetê ya Heysemê ket.

Di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst