Xwendekarên ji Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya DAFIyê xwendina xwe temam kir

29-09-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan DAFI Xwendekar Rojavayê Kurdistanê Bûrs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên ji Rojavayê Kurdistanê ku 35 kes in, ji 2016an ve ji programa DAFIyê bûrsê werdigirin xwendina xwe temam kir.

Înîsiyatîfa Penaberan a Akademîk a Alman a Albert Einstein (DAFI) bernameyek e ku ji sala 1992yan vir ve bûrsê dide penaberan.

35 xwendekarên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê dimînin, li beşên cuda yên zanîngehê bawernameyên xwe wergirtin.

Îsal jî 40 kurs ji bo penaberan hatiye veqetandin û xwendekarên penaber dikarin serî li bûrsa DAFIyê bidin da ku bên qebûlkirin.

Ezîma Keleşê ya ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, 4 salan li beşa laboratuarê ya Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê xwend.

Ezîma Keleşê di pola 12an a lîseyê de bi pûanê xwe yê bilind li programa DAFIyê hate qebûlkirin.

Wê her çar salên xwendina xwe bi alîkariya wê bûrsê temam kir.

Niha jî Ezîma Keleşê bawernameya xwe wergirt û amadekariyên qonaxa bê ya jiyana xwe dike.

“DAFIyê hişt ez xewna xwe pêk bînim”

Xwendekar Ezîma Keleşê got:

"Ji ber ku pûanê min 94 bû, lewma dema min serî li DAFIyê da, yekser hatim qebûlkirin.

Gelekî alîkariya min kir û hişt ez beşa laboraturê bixwînim ku ji berê ve xewna min bû."

35 xwendekaran bi bûrsê DAFIyê li parêzgehên cuda yên Herêma Kurdistanê xwendina xwe tamam kiriye.

“Divê temenê xwendekaran di navbera 17-28 salî de be”

Berpirsê perwerde û fêrkirinê yê UNHCRê Mihemed Dizeyî got:

"Helbet kesê ku were qebûlkirin, divê hejmareke mercan li xwe bigire.

Wek divê temenê wan di navbera 17-28 salî de be, pûanê wan di ser ji sedî 80yê re be û xwedî forma UNHCRê be."

Înîsiyatîfa Penaberan a Akademîk a Alman a Albert Einstein (Deutsche Akademische Flüchtlingsinitiative Albert Einstein bi kurtî DAFI) ji sala 2016an ve li Herêma Kurdistanê alîkariya xwendekarên penaber dike.

Ew destpêşxerî penaberên Sûriye, Filistîn, Tirkiye û Îranê li xwe digire.

Piraniya wan penaberên ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Heta niha destpêşxeriya DAFIyê li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê alîkariya 448 xwendekarên penaber kirine.

Di maweya 9 mehên xwendinê de ji bilî dabînkirina alîkariyên rûniştin û veguhestinê, mehane 380 hezar dînarên Îraqî dide her xwendekarekî.

“Gelek penaber ji ber rewşa aboriyê ya xirab nikarin xwendina xwe berdewam bikin”

Xwendekar Mihemed Yûsif anî ziman:

"Bi rastî DAFI ji bo xwendekaran gelekî baş e lê em dixwazin hejmara kursiyên xwe zêde bikin.

Gelek penaber hene ji ber rewşa aboriyê ya xirab nikarin xwendina xwe berdewan bikin û destpêşxeriya DAFIyê ji bo wan gelekî baş e."

“Divê mercê ji sedî 80 bê rakirin”

Xwendekar Solîn Silêman wiha axivî:

"Bi rastî em dixwazin ku di demên bê de mercê pûanê ji sedî 80 ji bo xwendekaran were rakirin.

Ji ber ku gelekî xwendekarên zîrek hene lê ji ber rewşa aboriyê nekarîne wî pûanî bi dest bixe."

“DAFI ji kesên hejar re gelekî baş e”

Xwendekar Metab Îbrahîmê got:

"Destpêşxeriya DAFIyê ji kesên hejar re gelekî baş e.

Em 8 xwişk û bira ne û bavê min nikare me hemûyan bide xwendin.

Lewma destpêşxeriya DAFIyê ji min re gelekî bû alîkar heta ku min xwendina xwe temam kir."

Destpêşxeriya DAFIyê tenê xerciyên xwendekarên lîseyê li xwe digire.

Li gor plana wan dê heta 2030ê ji sedî 15yê penaberên ku li Herêma Kurdistanê dijîn bidin xwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst