Hêzên Îranê gule berdane sîngê kolberekî

Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenên hêzên ewlehiyê yên Îranê hefteya borî, roja Pêncşemê derketin holê ku gule li komeke ku ji deh kolberan direşînin û kolberek bi guleyeke ku li sînga xwe dikeve canê xwe ji dest dided. Dîmenên êrîşa ser kolberan rojek piştî êrîşa Îranê ya bi dron û mûşekan li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk anîbû derkete holê.

Di dîmenên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ve li ser Twitterê hatin weşandin de, zêdetirî 12 kolberan direvin û diçin alîkariya yekî ku nû ji sînga xwe, ji aliyê hêzên ewlekariyê ya Îranê ve hatiye lêdan.

Berpirsê Hengawê Erselan Yarehmadî ji Rûdawê re ragihand ku nasnameya kolberê ku hatiye kuştin Kerîm Asmanî yê 47 salî ye û diyar kir, roja 21ê Îlonê li devera Xanxezalê ya Baneyê bi guleyan hatiye kuştin.

Asmanî yê bavê şeş zarokan ji gundê Najîne yê Baneyê bû û wek gelek kesên din ên Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bo debara jiyana xwe kolberî dikir.