VÎDEO - Tirkiye Çiyayê Metîna bombebaran dike

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên Tirkiyê îro Sêşemê bi dijwarî Çiyayê Metîna li sînorê qezaya Amêdî, li parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gor agahiyan, firokeyên Tirkiyê bilindahiyên gundên Guherz û Belave yên ser bi bajarokê Dêrelûkê ve li qezaya Amêdiyê bombebaran kirine.

Rêveberê Bajarokê Dêrelûkê, Samî Berwarî ji Rûdawê re ragihand, firokeyên Tirkiyê îro “bi dijwarî” Çiyayê Metîna bombebaran kirine, pêştir jî çend caran heman cih dane ber bombeyan.

Samî Berwarî got, “heta niha ti zirarên canî û maddî çê nebûne, lê belê dengê bihêz ê bombebaranê tirs û dilgiranî di nav xelkê navçeyê çê kiriye.”

Li gor agahiyan, li şeş gundên navçeyê dengê bombebarana îro hatiye bihîstin. Welatiyekî xelkê gundê Belave ji Rûdawê re got, ji ber bombebaranê pencereyên malên welatiyan hejiyane û xelk gelek tirsiyaye.

Fayiq Belaveyî akinciyê gundê Belave dibêje, “du firokeyên Tirkiyê heşt caran li ser hev, Çiyayê Metîna bombebaran kirin û cihê ku hatine bombebarankirin jî, nêzîkî gund in.” Li gor vîdeyoyên ku bo Rûdawê hatine şandin, tê xuyakirin ku dûkeleke zêde û spî li ser çiya bilind dibe.

Ew dema sê rojan e ku bombebaran û topbarana sînorên herdu qezayên Amêdî û Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve tundtir bûye.

Di du rojên bihorî de jî sê gundên sînorê bajarokên Kanî Masê û Batîfa hatibûne bombebarankirin.