Mesrûr Barzanî: Em piştevaniya Kazimî di çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de dikin

29-09-2020
RÛDAW
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Îtaliya kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Îtaliya kir
Nîşan Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Lorenzo Guerin Lorenzo Guerini
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerin civiyan û di wê civînê de Mesrûr Barzanî got ku ew weke hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha Destûrî dikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê 29ê Îlona 2020an li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerin kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê û piştevanîkirina Pêşmerge hat kirin.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dê piştevanya  Mistefa Kazimî bo aramkirina rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser bingeha Destûrê, bikin.

Barzanî herwiha spasiya Îtaliya kir ku hevkariya Herêma Kurdistanê bûye û got, hebûna hêzên Îtaliya û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Herêma Kurdistan Kurdistan û Iraqê bi girîngî da zanîn.

Di beramber de Lorenzo Guerini jî ragihand ku Îtaliya dê li ser piştevanîkirina Pêşmerge berdewam be û got: “Em hêvîdar in di demek nêzîk de hêzên me dubare dest bi perwerdekirina Pêşmerge bikin ku ji ber koronayê hatiye ragirtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst