170 hezar û 468 kesan li dengdana taybet dengên xwe dan

Hewlêr (Rûdaw) – Di dengdana taybet a hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de 170 hezar û 468 kes deng dan.

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ragihand ku bi çavdêriya 45 rêxistinên navxweyî û pênc rêxistinên navdewletî proseya dengdana taybet birêve çû, herwiha bi mebesta parastina dengan, sîstemeke nû dê ji bo cudakirina dengan bi kar bînin.

 

Ji ber yasaya ku Komîsyonê derxistiye, ku dengder nikarin bi nasnameya rewşa medenî deng bidin, qerebalixeke mezin çêbû.

 

Komîsyona Hilbijartinan deriyên binkeyên dengdanê ji çavdêriya navdewletî û navxweyî re vekirin, ji bo çavdêriya hilbijartinan 45 rêxistinên navxweyî û pênc rêxistinên navdewletî beşdarî çavdêriya proseya dengdana taybet dibin. Komîsyon ji bo cudakirina dengan, sîstemeke nû bi kar tîne daku dengê dengderan werin parastin.

 

Dengên dengderên taybet her çiqas li ser sindoqan hatin hejmartin, lê eşkerekirina encaman dê tevî hilbijartinên giştî bibe.

 

Li navçeya Koye û li çend binkeyên navenda Silêmanî û Hewlêrê pirsgirêk derketin holê, Komîsyona Hilbijartinan li ser bûyeran lêkolîn dikin û dê biryara dawî li ser bûyeran bidin.

 

Dengdana taybet bi dawî bû û roja 30ê Îlonê du milyon û 914 hezar û 992 kes dikarin dengên xwe bidin û ji bo proseya hilbijartinan 1260 binke hatine amadekirin.