Komîsyona Hilbijartinan li ser dengdanê 6 biryarên nû eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê şeş biryarên nû derxistin û ragihand ku roja dengdanê, kesên ku regeznameya Iraqî bi xwe re dibin, divê nasnameya rewşa medenî jî bi xwe re bibin binkeya dengdanê, egerna dê nikaribin deng bidin.

 

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan Şêrwan Zirar di civîna çapemeniyê de ragihand ku li gor biryara yekem, divê dengder nasnameya rewşa medenî ku bi teskere û nifûs tê nasîn, li gel regeznameya Iraqî bi xwe re bibe dengdanê, anku eger herdu belgename pê re bin, dikare deng bide, lê belê karta niştimanî û pasaport bi tena serê xwe dibe.

 

Biryara duyem; çavdêrên partiyên siyasî dikarin hûrbînî li ser belgenameyên dengeran bikin.

 

Biryara sêyem; kesên di warê serbazî û asayişê de nikarin têkevin binkeyên dengdanê.

 

Biryara çarem; li her binkeyeke dengdanê derkeve holê ku dengderekî taybet di dengdana taybet de deng daye û cardin di dengdana giştî de deng dide, dengên wê binkeyê dê weke pûç werin hejmartin.

 

Biryara pêncem; pesendkirina encamên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bi rayên du li ser sêyê endamên Encûmena Komîsyona Hilbijartinan dibe.

 

Biryara şeşem; fermanberê li ser sindoqê dê hûrbînî li ser tiliyê dengder bike beriya ku dengder tiliyê xwe têxe nav hibrê, daku dilniya bibe ku ti tiştek li ser tiliyê dengder tine ye.

 

 

 

 

YNK: Biryarên Komîsyonê ne yasayî ne

 

Şêwirmendê Yasayî yê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Simko Esed di civîneke çapemeniyê de ragihand ku li gor yasaya hejmara 4 a sala 2014an, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê hinek rênumayên wê hene ku nabe berevajî yasayê bibin û got: “Yek ji wan ew e ku îşev komîsyon ev rênuma derxist, dema îtirazkirinê neda ber çavan, diviyabû dema wê rênumayê bida berçavan, lê belê ti dem tine ye ku îtiraz were kirin.”