Li Efrînê hêzên çekdar dest datînin ser mal û milkên xelkê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, binpêkirinên hêzên çekdar berdewam in. Di van çend rojên borî de, gelek binpêkirinên din, ji aliyê wan çekdaran ve, li dijî xelkên wê herêmê hatine kirin. Di nav de girtin, revandin, îşkencekirin û diziya sabûn, zeytûn û etûnan.

 

Li gorî zanyariyên ku ji Efrînê têne bidestxistin, çekdarên opozisyonê piştgiriya koçberên Xûteyê dikin ku li wê herêmê hatine niştecîkirin. Beşek ji wan koçberan dest datînin ser mal û milkên, dar û zeviyên welatiyên sivîl.

 

Ji roja Çarşema borî ve, welatiyê bi navê Faroq Mihemed, ku xelkê gundê Qestel Xidreya ye, li nahiyeya Bilbilê, ji aliyê hêzeke çekdar ve hate revandin.

 

Li gundê Coqa yê ser bi bajarê Efrînê, di heftiya bûrî de, Polîsên Leşkerî welatiyê bi navê Îbrahîm Mistefa revand û ew bi tundî îşkence kir.

 

Hêza Hemzat jî welatiya bi navê Gulê Xelîl û keça wê Xezalê Selmo, li gundê Birc Ebdalo yê ser bi nahiyeya Şêrawa revandin.

 

Roja Pêncşemê jî, li gundê Mîrkan Hisê yê ser bi nahiyeya Mabata, çekdarên hêza "Elcebhe Elşamiye" sê welatiyên Kurd revandin.

 

Hêzên çekdar gelek caran li beramber serbestberdana girtiyan û kesên revandî, daxwaza pereyên gelek ji malbat û kesûkarên wan dikin. Weke mînak, li gundê Basûtê yê ser bi nahiyeya Şêrawa, çekdarên Hêza Hemzat ciwanê Kurd ê bi navê Newzad Ekrem Topal revand û li beramber ku wî serbest berdin, wan daxwaza 16 hezar dolarî ji malbata wî kir.

 

Di heftiya borî de jî, çekdaran mamosteyê Zanîngeha Efrînê yê bi navê "Riyad Mella" revand.

 

Bi heman awayî welatiyê 45 salî, Selah Şêx Ebdo, ji gundê Qestel Kişik ê ser bi Şera, ji 6 mehan ve ligel kurê wî Xalid ê 22 salî ji aliyê hêza Sultan Murad ve hatin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Beşek ji nişteciyên hawirdekirî ji Xûteya Şamê û Idlibê, bi piştgiriya çekdaran, ziyanan digihînin welatiyên resen ên Herêma Efrînê. Weke mînak, hinek malbatên wan koçberan, li gundewarê nahiyeya Cindirêsê dest danîne ser 200 darên zeytûnan ên welatiyê ku bi nasnavê Bavê Xalid naskirî ye.

 

Bi heman awayî, çend malbatên koçberên hawirdekirî, li gundên Qestel Cindo û Baflon ên ser bi Şera, dest danîne ser darên zeytûnan ên welatiyên wan gundan.

 

Heta niha jî bêhtir ji 100 hezar koçber ji xelkên Efrînê, li derveyî herêma xwe mane û ji tirsa kiryarên çekdaran nikarin vegerin cih û warên xwe.

 

Ji destpêka operasyona artêşa Tirkiyê ve, 20ê Çileya 2018an heta niha, binpêkirinên çekdarên opozisyonê li Herêma Efrînê berdewam in, lê heta niha jî Civaka Navdewletî ti çare ji vê rewşa aloz re nedîtiye û ti rêgirî li pêş kiryarên çekdaran nehatiye kirin.