Kremlîn: Helwesta me li ser referanduma Kurdistanê neguheriye

29-09-2017
Rûdaw
Nîşan Rûsya Kremlîn Kurdistan Serxwebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Koşka Kremlînê û Alîkarê Vladimir Putin, Demitry Peskov ragihand: “Piştî serdana Putin bo Tirkiyê, helwesta me derbarê referanduma Kurdistanê neguheriye û guhertin bi ser de nayê.”

 

Demitry Peskov îro Înê 29ê Îlonê di bersiva rojnamevanan de herwiha got: “Di çarçoveya daxuyanuya Wezareta Derve de me li gel Tirkiyê behsa referanduma Kurdistanê kiriye.”

 

Serokê Rûsya Vladimir Putin bi serdaneke fermî duh pênşemî 28ê Îlonê çûbû Tirkiyê û li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anîbû.

 

Di konfransa rojnamevaniya piştî civîna li gel Erdogan de, Putin li ser referanduma Herêma Kurdistanê jî axivî û ragihand, ku wî û Erdogan di civînê de behsa referandumê jî kirine.

 

Putin derbarê helwesta welatê xwe ya li ser referanduma Herêma Kurdistanê de jî got, helwesta Moskowê derbarê referanduma herêma Kurdistanê de diyar û zelal e û tekez kir, ku pêştir Wezareta Derve ya Rûsyayê helwesta wî welatî derbarê referandumê de ragihandiye.

 

Piştî encamdana referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de, Wezareta Derve ya Rûsyayê di 27ê Îlonê de ragihandibû, ku Moskow rêzê li hewl û xwasteka netewî ya Kurdan bo dewletbûnê digire.

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha gotibû, li gel wê çendê bi wan a baş ev e ku pirsgrêk bi rêya gotûbêj û diyalogê werin çareserkirin, bi awayekê yekalî serxwebûn neyê ragihandin.

 

Di beşeke heman daxuyaniyê de hatibû, ku referandum renge bibe sedema çêbûna aloziyên zêdetir li herêmê û dabû xuyakirin, ku Moksow bi giring dizane hemû alî ji hemû wan hewlan dûr bikevin, ku dibin sedema zêdetir alozkirina rewşê li Rojhilata Navîn, ku bi xwe tûşî komek alozî û tevliheviyan bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst