KOSRET RESÛL: Rojeva sereke mafê çarenivîsa kurdan e!

29-09-2016
Nîşan Bexda Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl ragihand ku dê şanda bilind a Herêma Kurdistanê di serdana Bexdayê de mafê çarenivîsa kurdan gotêbêj bikin.

 

Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Kosret Resûl bi daxuyaniyekî naveroka serdana şanda Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Bexdayê, eşkere kir.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê şanda bilind a Herêma Kurdistanê ligel berpirsên Bexdayê mijarên, çareserkirina pirsgirêkên herdu aliyan, meaşên karmend û mamostayên Kurdistanê, li gorî berjewendiyên herdu aliyan danîna nexşerêyekî ji bo pêkanîna armancên siyasî yên gelê kurd, gotûbêj bikin.  

 

Nivîsîngeha Rojnamevanî ya Kosret Resûl herwiha da zanîn ku dê rojeva sereke ya şanda bilind a kurd, gotûbêjkirina mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê, avakirina derfeta yekrêzî ya navmala kurd û çareserkirina pirsgirêkên hilawêstî be.

 

Hêjayê gotinê ye ku îro (29-09-2016) şanda bilind a Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, çû Bexdayê.

 

Di şanda bilind a Herêma Kurdistanê de, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn, Cigirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl, Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd, Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar, Sekreterê Polîtbûroya PDKê Roj Nûrî Şawês, cîh digrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst