GEVER – PKKê êrîş kir, 3 cerdevan mirin (HAT NÛKIRIN)

Navenda Nûçeyan Li navçeya Gever a Colemêrgê, gerîlayên PKKê êrîşê cerdevanan kirin û 3 cerdevan hatine kuştin.


Hate gotin ku gerîlayên PKKê li gundê Xirwate ya ser bi navçeya Geverê, di dema nobedariyê de  êrîşê çeperên cerdevanan kirin.


Li gorî agahiyên destpêkê, 3 cerdevan hatine kuştin û 2 jî birîndar bûn.


Herdu cerdevanên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Geverê.

 

Li herêmê hêzên ewlekariya Tirkiyê dest bi operasyonê kirin.