Salih Mislim behsa lihevgihiştineke ligel Barzanî kir

29-09-2015
RÛDAW
Salih Mislim
Salih Mislim
A+ A-

Kobanî (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim di serdana xwe de ji bo kantona Kobanî, konferanseke rojnamevanî li baregeha partiya xwe li bajarê Kobanî lidar xist.

Salih Mislim di konferansa rojnamevaniyê de behsa civîna xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê re kir û ragihand ku civîn serkeftî bû û ew û rayedarên Başûrê Kurdistanê gihîştine lihevgihiştineke siyasî.

Hevserokê PYDê amaje bi derfetekê ji bo alîkariya leşkerî di navbera YPG, Hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî de ji bo rûbirûbûna DAIŞê kir.

Mislim wiha got: “Pirojeya yekîtiya axa Sûriyê ya me ye û ji bo alkîariyê jî em amade ne berdewam gotûbêjan bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst