DAÎŞ 10 km dûrê Kobanê ye

Kobanê (Rûdaw) – Musa Kino endamê serkirdayetiya PDK-Sê got, DAIŞ 10 km dûrê Kobanê ye û şerê navbera DAIŞ û YPGê bi awayeke dijwar berdewam dike

 

Mûsa Kino endamê serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDKS)ê bi awayeke zindî beşdarî bernameya televîzyona Rûdawê bû û got, li Kobanê şerê navbera YPGê û DAIŞê bi awayeke dijwar sê aliyan berdewam dike û li hemû eniyan pêşvehatina DAIŞê hatiye sekinandin.

 

Kino got, di encama topbaranan de heta niha kalekî, 2 jinan û zarokek jiyana xwe ji dest daye û derbarê navên wan de agahî nehate girtin.

 

Her wiha Kino got, deverê ku DAIŞ herî nêzîkî Kobanê ye 10 km ye û DAIŞ gelek caran topan davêje ser sînorê Bakûrê Kurdistanê ku gel li wê derê kom bûye. Kino wiha axivî:

 

“Li aliyê dîtir Tirkiye birîndarên giran bo dermankirinê qebûl dike û yên sivîk jî li Kobanê tên dermankirin.”  Kino derbarê vegera Kobanê û jêderketinê de jî wiha axivî:

 

“Tirkiyeyê, ji Kobanê hatina erebeyan qebûl kir. Ji ber vê kesên ku li ser sînorê erebeyên xwe hîştibûn niha vedigerin û erebeyên xwe dibin Tirkiyeyê. Hem ji Kobanê hê derketin heye û hem jî veger heye.”